Ji bo mezinkirina piştevaniyê jinên ji bajarên Tirkiye beşdarî meşê bûn

Jinên ji bajarê Tirkiyeyê ji bo piştevaniya bi gelê Kurd re beşdarî meş bûne diyar kirin ku qeyûm ne tenê pirsgirêka Kurd e û gotin: “Divê ev xirabî were qewitandin, em ê bi yekitiyê bikaribin vê pêk bînin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Wan- Meşa rêzgirtina ji îradeyê re ku li dijî tayînkirina qeyûmê li Şaredariya Colemêrgê di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de ye hat destpêkirin di roja 8’an de berdewam dike. Girseya ku di 3’ê Temûzê de li Wanê hatin ba hev, meşa ku bi serdanên gund bi gund û mal bi mal berdewam dike, wê di 8’ê Temûzê de li Colemêrgê bi dawî bibe. Girseya ku di dawiya roja 7’an de piştî navçeya Elbakê, gihîşt sînorê Colemêrgê, îro jî wê meş û hevdîtinên xwe berdewam bikin. 

Ji derveyî parlamenterên DEM Partî hejmarek zêde ya hemwelatiyan beşdarî meşê bûn. Jinan bi coş pêşengiyê ji meşê re kirin. Di riya Colemêrgê de ku çîrokên cuda hatin ba hev, welatiyên ku ji bo têkoşînê gav diavêjin girêdana hevaltiyê di her gavê de bihêz dikin. Tevî hewaya germ meşa ku bi moral û tempo derbas dibe, wê di 8’ê Temûzê de li navenda bajar a Colemêrgê bi dayîna daxuyaniyê wê bi dawî bibe.

Aysel Batyar Onsel ku ji Boluyê beşdarî meşê bûye û Suna Kiliç a ku ji Îzmîrê beşdar bûye diyar kirin ku wê bi bilindkirina piştevanî û têkoşînê şaredariya Colemêrgê bigrin û wê li pêşiya zihniyeta qeyûm ku belavî hemû welat bûye bisekinin.

‘Îradeya gelê Kurd bi salan e tune tê hesibandin’

Aysel Batyar ku ji Bolu bejdarî meşê bûye anî ziman ku bi koma Enqere û Egere destpêkê gihan Êlihê û piştre jî gihan Wanê. Da zanîn ku li dijî xespa qeyûm bi hestên hêrs û têkoşînê dest bi meşê kirine. Aysel Batyar Onsel bal kişand ku ev meş meşa azadiyê ye û  destnîşan kir ku her dema ku nêzî Colemêrgê dibin hestên wan ên têkoşînê hê zêdetir dibe.

Aysel Batyar Onsel di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: “Em hatine li gel gelê Kurd ê ku hewl tê dayîn, îradeya wan xesp bikin û piştevaniya wan bikin. Em ji 81 bajaran bi awayên cuda dengê xwe bilind dikin, heta ku gelê Kurd îrade û nûnertiya xwe bigre. Ji bo bilindkirina dengê gelan û edaletê em ê hewldanên xwe berdewam bikin. Piştî ku ev meş bi dawî bû ez dikarim vê bibêjim ku ev qeyûm ne tenê li Colemêrgê, pirsgirêka hemû welat e. Rewşa xespkirinê, wê sibê belavî her derê bibe. Ger em vê xirabiya weke dilopa avê berdewam dike li vê derê ranewestînin, wê zêde bibe û belavî hemû welat bibe. Li holê xespek, mudaxele û darbeya îradeyê heye.”

‘Divê bertek tenê bi gotinê bi sînor nemîne’

Aysel Batyar rexne li muxalefeta navend ku tenê bi gotinî bertek nîşanî vê pêvajoyê daye kir û wiha got: “Bi gotinî hemû kes qebûl dike divê muxalefet di vê rewşê de bi bandortir be û gavên mayînde biavêje. Di van rewşên xespê de ji gotinê zêdetir divê xebat werin meşandin. Ji bo vê divê destpêkê piştevanî were bihêzkirin. Divê baweriya ku wê qeyûm biçin hebe û xebatên li qadan zêde bikin, muxalefet dikare pêşengiya vê bike. Divê ev xirabî were qewitandin. Em dikarin vê bi yekitiya hêzan bikin.”

‘Li Tirkiyeyê demek dirêj e derewa xwişk û biratiyê tê gotin’

Suna Kiliç ku ji Foçaya Îzmîrê beşdarî meşê bûye destnîşan kir ku demek dirêj e li vî welatî derewa edalet û xwişk û biratiyê heye û da zanîn ku ev derew îro bi eşkere û bê şerm tê gotin û wiha got: “Ev demek dirêj e îradeya gelê Kurd tune tê hesibandin. Ev ne tiştek ku tenê îro tê kirine, ev bi salan e dewlet vê weke hînbûyînek didomîne. Sîndoqa tînin ji gelê Kurd re dibêjin ‘deng bidin’, piştre jî mirovên ku ji sîndoqê derdikevin bi hincetên cuda ji erk digrin û dewletê bi cih dikin. Bi dewleta ku bi cih kirine Kurdistanê dixin rewşa mêtîngehiyê. Encamek din jî rasterast tayînkirina waliyê xwe ye. Li Li Tirkiyeyê demek dirêj e derewek tê gotin, behsa xwişkîtî û biratiyê û hemwelatîbûniya wekhev dike. Lê belê ew pêkanînên ku me heta niha dîtine didin nîşandan ku rastiyek wiha nîn e û ev derewek e. Niha jî bêyî ku şerm bike û veşêre vê dixe meriyetê. Divê êdî ev bi awayekê raweste. Divê em bidin rawestandin.”

‘Protestokirina qeyûm ji bo muxalefetê dibe luksek’

Suna Kilic bal kişand ku ji bo şandina qeyûm biryardariyek giştî û têkoşîn lazîm e û wiha got: “Li gorî min li Îzmîrê dema ku muxalefetê li şaredariyên xwe nobed bida destpêkirin, wê ev rewş cudatir bûya. Li Kurdistanê çawa dest pê kiriye, li wê derî jî divê xwedîderketinek dest pê bikira. Wê demê wê bizanibûna qeyûm ne tenê pirsgirêka Kurdistanê ye, pirsgirêka hemû welat e. Lê belê vegotina vê ji bo wan di aliyê siyaseta wan de dibe luksek. Em vê nabêjin. Wê meş û têkoşîna me ya îro deng vede. Wê desthilatdarî bibîne em çiqas bi biryar in. Wê bizanibe ku ewqas bi asanî nikaribe hemû tiştî bike. Wê cesareta qeyûmên piştî vê jî nekin. Divê destûr neyê dayîn û dawî li vê rewşê were.”