‘Ji bo jiyana li kampan pêwîstî bi mudaxeleya mirovî heye’
Dalal Al–Hamada ya ji ber şer neçar maye mala xwe biterikîne diyar kir ku li Kampên Helebê yên girêdayi hukumeta Şamê ji xizmeta tendirûstî, xwarin, perwerde, bînesazî, ava paqij û kehrebeyê bê par mane û got: “Pêwîstî bi mudaxeleya mirovî ya bi lez heye.
GUFRAN AL-HABIS
Heleb - Şerê ku li herêmên Helebê yên di bin kontrola hikumeta Şamê de tê jiyîn de, bi taybet rê li ber bandorên neyînî yên li ser jiyana jin û zarokan vedike. Ji ber li kampan xizmetên tendirûstî, mahremiyet, kehrebe, ava vexwarinê nîne jin barê hemû zehmetiyan hildigirin ser milên xwe.
Dalal Al- Hamad a dayîka 7 zarokan ku beriya 5 salan ji cihê xwe bûye û neçar maye mal û xeyalên xwe bicih bihêle wiha got: “Ji ber bombardûman û şer, em neçar man ku qadên xwe yên jiyanê biterikînin. Li gel malbata xwe em di konên ku ewlehî û mahremiyeta wan tune ye de jiyanek perîşan berdewam dikin. Jiyana kampê tije zehmetî ye. Roja min bi giştî bi lêgerînan destpê dike. Ez li riyên pêkanîna dahata mala xwe digerim û hinek caran ji bo ez vê pêk naynim ez xwe bê çare hîs dikim.”
Pirsgirêka kehrebe û avê
Dalal Al-Hamad diyar kir ku gelek zêde qutbûna kehrebeyê tê jiyîn û wiha got: “Hema bêje ji ber qutbûna mayînde ya kehrebeyê di xwegihandina ava bi tendirûst de em zehmetiyan dikşînin. Bandora guherîna avhewayê zêde ye. Germahiya tavê di mehên havînê de me di şewitîne û em hertim rastî gezen mêş û pêşûyê ku mirovan dikujin tên. Zivîstanê banên konan ji derveyî cemada zêde, me ji baranên bi hêz jî naparêze.”
Xwegihandina xizmetê zehmet e
Dalal Al-Hamad anî ziman ku ji ber şertên aborî bi awayek rêk û pêk nikarin biçin nexweşxaneyê û got: “Li konan di xwegihandina lênêrînê de zoriyek mezin heye. Ji ber navendên tibî ji kampan gelek dûr in metirsiya nexweşî û pirsgirêkên tendirûstiyê zêde dibe. Dema ku pirsgirêkek ya tendirûstiyê di zarokek ê min de derdikeve ez nikarim biçim nexweşxaneyê. Demekê diviyabû zarokek yê min bi riya enjeksyonê derman bigirta, ji bo xizmeta pêwîst ya tibî, nêzî niv saetê ez di rê de meşiyam.”
‘Pêwîstî bi mudaxeleya bi lez ya mirovî heye’
Dalal Al- Hamad bal kişand ku li kampan rewşên weke fikar û psikolojik jiyan dikin û wiha got: “Ji ber jiyana ku zarokên min jiyan dikin, her tim ez xwe sûcdar hîs dikim. Henek ji bo xwarinê amade bikin, ji bo agirê pêwîst pê bixin texte û plastikan kom dikin. Hinek jê diçin eraziyên çandiniyê sebzeyên ji baxçe tê avêtin kom dikin. Di konan de jiyan kirin tê wateya êş û zilmê. Em rastî rewşek ku pêwîstî bi mudaxeleyek bi lez heye de ne. Em dixwazin bînesazî werin başkirin, ava paqij were anîn, xwebigihînin xizmeta tendirûstiyê û zarokên me perwerde bibînin. Li kampan ji bo zarokên keç û jinan ewlehî were zêdekirin, mahremiyet were pêkanîn û xizmeta psîkolojik û civakî were dayîn.”