Ji bo jinên Tûnisî debar: Xetekî zirav di navbera man û nemanê de
Jinên bajarê Hasî El-Ferîd ê Tûnisê berê rêwîtiyên xwe didin çiyayê El-Selûm û bi komkirina êzing, giya û çêrandina pezên xwe debara xwe dikin. Jinên Tûnisî tekez kirin ku ew bi mirinê re rû bi rû tên.

ÎXLAS EL-HEMRONÎ
Tûnis – Jinên ku ji bo debara xwe bikin bi komkirina giya, êzingan û çêrandina pezên xwe berê xwe didin çiyayê El-Selûm ê bajarê Hasî El-Ferîd a eyleta El-Qasrîn a Tûnisê. Li çiya mayînên ku hatine çandin diteqin. Di encamê de gelek jin û zarok jiyana xwe ji dest didin her wiha piraniya wan jî birîndar dibin. Herî dawî Yahyayê 15 salî bi hevalê xwe re çûbû çiyê ku pezê xwe biçêrîne êdî venegeriya malê. Ev rêwîtiya rojane ne tenê ji bo jiyanê kedek e lê serpêhatiyek xeternak e.
'Çiya zarokê min ji min stand'
Dayika Yehyayê ku di encama teqînê de jiyana xwe ji dest daye, Arêm Bûsewrî bi dilekî şewitî qala kêliya windakirina zarokê xwe kir û got: "Ji bo çiya çavdêriya jiyanê ye. Ji bo çêrandina lawiran û komkirina giya em berê xwe didin çiya. Ji ber dûrbûna çiya em ji saet 3 berbangê derdikevin û seat 3 berêvarê vedigerin malê. Em bi meş diçin. Zarokê min jî ji bo çêrandina pezên me berê xwe da çiya û mixabin careke din venegeriya. Çiya zarokê min ji min stand, ji bo me ew bûye cihê herî xeternak."
'Çiyayên me jî bi ewle nîn in êdî'
Dayika hevalê Yahya Mebrûkê Muhmedî ku bi Yehya re li çiya bû dema jiyana xwe ji dest daye wiha dibêje: "Kurê min bi Yehya re li çiya lawir diçêrandin, piştî bidawîkirin û dema vedigerin malê mayîn teqiya û di encamê de Yehya jiyana xwe ji dest da. Ji wê demê ve derûniya kurê min nebaş e. Ji ber rewşa me ya madî nebaş, em nikarin wî tedawî bikin. Ew li mal namîne û nexwaze bi me re bimîne. Çiyayên me jî êdî ne bi ewle ne û em nikarin berê xwe bidin wan ji ber çandina mayînan."
'Zarok jî neçarî rêwîtiyê dimînin'
Henan Bûsewrî jî berê xwe dide çiya ji bo debara malbeta xwe bike wiha axivî: "Em neçar in berê xwe bidin çiya ji bo debara malbeta xwe bikin. Em giya û pêdîviyên jiyanî kom dikin û wan difroşin. Ji ber rewşa me ya xizanî zarokên me birçî dimînin. çiya bûye çavdêriya jiyana me. Mayînên li çiya jî jiyana me dikin xeteriyê. Dema em diçin em nizanin ku em ê vegerin malê lê wê rêwîtiya me ya dawî be. Heta zarok jî para xwe ji vê rêwîtiyê digrin."
‘Mirin li pêşiya me ye'
Mûdelelê Îyadî jî tekez kir ku keça wê ji bo debara xwe bikin bi hevjînê re rûbirû berê xwe didin çiya û wiha axivî: "Tirsên me rojane zêdetir dibin. keça min tevî ku rewşa wê tendrustî ne başe rûbirû berê xwe dide çiya û em nizanin ew ê vegere an na. Çiya 13 K.M heya 14 K.M ji me dûr e. Şêniyên herêam Hasî El-Ferîd bi mirina mayînan û mirina birçîbûnê re rûbirûyî ne."
Hêjayî bibîrxistinê ye ku çiyayê Selûmê di nava şandeya Hasî El-Ferîd a xizan a Tûnisê de bi salan weke herêmeke leşkerî ya girtî hatiye ragihandin. Çiya hê ji mayinan nehatiye paqijkirin û li quntarên wê kesên ku neçar dimînin berê xwe bidin çiya û debara jiyana xwe bikin dijîn.