Ji bo jinên Tûnisê xebata nimûneyî
Credifa ku di nav Wezareta Jin û Malbatê de xebatan dimeşîne, destpêkirina xebata înîsiyatîfê ya bi navê "Ji bo Têkoşînê Aktîvîzma Heft roj" ragihand ku ji bo hişyariya li hember tundiya li ser jinan, çalakî bilez bên pêşxistin û ji gelek beşên civakê re banga beşdariyê dike. Seroka Giştî ya Credif Najla El Alani dest nîşan kir ku navê kampanyayê di demeke dirêj de wekî "Maf Maf e" hate pejirandin û xebata xwe ji ajansa me re vegot.
ZİHUR EL MEŞRİQÎ
Tûnis - Navenda Agahdariya Lêkolîn, Kar û Belgekirinê ya Jinan (Credif), girêdayî Wezareta Jin û Malbatê, di 7’ê Hezîranê de destpêkirina destpêşkariya "Ji bo Têkoşînê Aktîvîzma Heft rojî ” ragihand. Gelek rêxistinên jinan ên Tûnisî vê demê bi hev re xebitînê derbas bikin.
Midûra Giştî ya Credif Najla El Alani hem bernameyên çalakiyan û hem jî çalakiyên ku ew ê di vê çarçoveyê de pêk bînin ji ajansa me re nirxand. Nejla destnîşan kir ku di çarçoveya bernameya xebata ku ew ê bimeşînin de, pêşanî şîdeta li ser bingeha zayendî, jinên ku dibin qurbanê şîdetê, pirsgirêkên ku ji hêla jinên penaber ve hatine jiyîn û ragihandina wan bi rêya çapemeniyê heye. Najla El Alani destnîşan kir ku ew armanc dikin ku pêşî li şîdeta li dijî jinan bigirin û di medya dîjîtal de xebatên hişmendiyê pêk bînin.
Credif ji bo li hemberê wekheviya zayendî ya giştî pêk bîne û li dijî her cûre cûdakariya li ser bingeha zayendî ya li dijî mirovan têkoşîn bike bi salan e di rewşên dijwar de xebat dimeşîn e. Herwiha Najla El-Alani destnîşan dike ku destpêşxerî ji ber "zêdebûna bêhempa" ya şîdeta li dijî jinan bilez bûye û dibêje, "Em giraniyê didin ser guherandina awaza cûdakar ku di bingeh de rolên zayendî nîqaş dike, li ser bingeha guherîna zîhniyeta serdest."
Navê kampanyayê: "Maf maf e"
Najla El Alani balê dikişîne ser vê yekê ku tevî qanûnên pêşeng ên parastina jin û wekheviya zayendî li Tûnisê, şîdeta li dijî jinan du qat zêde bûye, nemaze di serdema girtin-karantîn a sala borî de, ya ku ji ber nexweşiya pandemî di navbera Adar û Hezîranê de bi giranî hate sepandin.
Najla Al-Alani li ser pirsa me ya derbarê hilbijartina dirûşma "Maf maf e" de jî wiha dibejê, destpêşxerî diruşmeyek e ku pîvana mafên mirovan radigihine û di heman demê de jî çalaki wan ji kurtasî dike. Najla Al-Alani diyar dike ku qurs ji bo perwerdekirina jin û koçberên ku di rewşên tengasiyê de dimînin û ji bo perwerdekirina karmendên ewlehiyê hatine vekirin û ew ê ji bo hemî jinên Tûnisî jî semîner û perwerdeyên wekî perwerdeya ewlehiya medya dîjîtal, şîdetên bi rêya medya dîjîtal, zayendperestî û tenduristiya hilberandinê bidin.
Dê xebatên pir rengî werin kirin
Ceribandinên klînîkî yên dîjîtal ên ji bo jinan di 10-11’ê hezîranê dê bikevin xizmetê. Di heman demê de, piştgiriya bêsînor a derûnî ji jinan re were peyda kirin. Di nav qursan de, ji bo rojnamegerên jin û jinên pispor ên ragihandinê yên li Walîtiya Medenîn, komxebatek perwerdehiyê ya bi sernavê "Têkoşîna bi tundiya li ser jinan a di medya dijîtal de, rola medyayê bi dest xistin û ewlehiya dijîtal " heye.
Dîrektora Giştî ya Credif Najla El-Alani ragihand ku ew ê sepana "Odeya çapemeniyê" ya ku dê binpêkirinên mafan ên li dijî jinan, rojnamegeriya jinan û her cûreyê nûçeyên ji şîdeta li dijî jinan di çapemeniyê de bişopînin, bikin û diyar dike ku sepan ji vê hefteyê ve ji hêla bikarhênerên mobîl ên Tûnisî ve were şopandin.