Ji bo jinên Silêmaniyê xebata ‘hayjêbûn ê’

Perwerdeya “Pêşniyarên Pirjimar Ji bo Pêşxistina Jinan û Çareserkirina Pirsgirêkan” ku ji bo jinan li Silêmanî hatibû lidarxistin bi dawî bû.

Silêmanî-  Li Herêma Kurdistana Federal a bajarê Silêmanî, Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê bi navê “Pêşniyarên Pirjimar Ji Bo Pêşxistina Jinan û Çareserkirina Pirsgirêkan” çalakiyeke perwerdeyê li dar xist. Endamên Tevgera Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK), jinên têkoşer û nûnerên saziyan beşdarî perwerdeya 2 rojan bûn.

Kesên ku Beşdarê perwerdeya du rojan bû belgeya beşdarbûnê hat dayîn. Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê a Silêmanî diyar kir ku armanc ew e ku jin bi rêya perwerdeyê bibin pêşeng û got ku piştî her bernameyeke perwerdeyê ji jinan nêrînên erênî werdigirin.