Ji bo jinên li Xezayê peyana ‘Ew Ne Tenê Hêjmarek e’

Bi peyana ‘Ew Ne Tenê Hêjmarek e’ ya li Xezayê tê armanckirin ku zêdetir jin beşdarî mekanîzmayên biryargirtinê û jiyana xebatê bibin.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Li Xezayê bi armanca zêdekirina beşdarbûna jinan a di nava siyasetê de peyana “Ew Ne Tenê Hêjmarek e” hat destpêkirin. Koordînatora peyanê Rana Jodeh, diyar kir ku ji bo piştgirîkirina jinan a di nava siyaset û jiyana xebatê de dest bi peyaneke bi vî rengî kirine û got ku hedefa wan jinên di navbera 18-45 salî de ne.

‘Pêkanîna xebatên hunerî girîng bû’

Rana Jodeh diyar kir ku wan di atolyeyên ku organîze kirine de li ser azadiya jinê ya di siyasetê de, cihêkarî û newekheviyê de nîqaş hatine kirin û got ku li dijî van pirsgirêkan xebatên hunerî yên şanoyê girîng e. Rana Jodeh, da zanîn ku ji bo amadekirin, birêvebirin û pêşkêşkirina bernameyên di plansaziya stratejîk a peyanê de koalîsyoneke femînîst a bi navê “Ew Hevkar in” ava kirine û diyar kir ku wan di heman demê de xebatên şanoyê bi beşdarbûna 20 jinan di nava rêxistinên sivîl û jinên xwedî pêdiviyên taybet de pêk anîne.

‘Me serdana şaredarî û wezaretan kir’

Rana Jodeh, diyar kir ku jinên di şanoyê de cih girtine 3 şano amade kirine û der barê xebatên xwe de ev tişt got: “Ji bo ku jin bigihêjin xebatên siyasî û mekanîzmayên biryardanê me serdanên sazî, şaredarî û wezaretan pêk anîn. Me ji bo weşandina çalakiyên xwe li ser malperên medyaya dîjîtal kampanya amade kir. Em ê li ser qanûnên ku piştgirî dide mafên jinan ji bo namzed û dengdanê nîqaşan bikin.”

Rana Jodeh diyar kir ku ji ber astengiyên pêkhateya civakî ya kevneşopî beşdarbûna jinan a çalakiyan lewaze û got: “Em ê xebatên xwe yên ji bo zêdetir xwe bigihînin jinan, motîvekirina wan û hişyarkirina mafên wan bidomînin.”

‘Divê em pesnê destkeftiyên jinên Filistînî bidin’’

Parêzvana mafên mirovan û endama koalîsyona “Ew Hevkar in” Heba Ebû Werdeh diyar kir ku ew ji bo beşdarbûna jinan di nava siyaset û jiyana xebatê de têdikoşin. Heba Ebû Werdeh anî ziman ku jin ji Şoreşa Mezin a 1936’an û vir ve mil bi mil bi mêran re têdikoşin û wiha got: “Jinan ji bo azadiya welatê xwe gelek fedekarî dane. Divê em pesnê destkeftiyên jinên Filistînî bidin. Ji ber ku ew di warên aborî, civakî, siyasî û yên din de hevparê domdar in. Em hêvî dikin ku şert û mercên wan baştir bibin li gorî polîtîkayên ku dixwazin wan li hember êrîşan biparêzin.”

Heba Ebû Werdeh teqez kir ku êdî dema pêşketinên rast hatiye ku beşdarbûna jinan di siyasetê de garantî bike, bi koalîsyona ‘Ew Hevkar in’ ew ê daxwaza pêkanîna zagon û rêziknameyên ku mafên jinan di jiyana siyasî de misoger dikin, bikin.