Ji bo jinên ku rastî şîdetê hatine şêwrek dest pê kir
Di 13'ê Tîrmehê de wezîra jin, malbat, zarok û kesên temenê wan mezin, Eman Hoymel Zahouani destpêkirina şêwrê li ser mekanîzmayek nû ya neteweyî ji bo rênîşandana jin û keçên ku rastî şîdetê hatine ragihand.
Tûnis- Wezîra jina, malbat, zarok û kesên temenê wan mezin li ser mekanîzmayek nû ya ji bo rênîşandana jin û keçên rastî şîdetê hatine şêwrek da destpêkirin. Armanc ji vê yekê ew e ku di navbera hemî kesên di vê dosyayê de ji dezgehên dewletê û civaka sivîl û bi taybetî komeleyên ku di mijara destekdayîna jinên rastî tacîzê hatine hevahengiyê çêbike.
Li gorî wezîrê Eman Hoymel Zahouani ku ev mekanîzma bi hevkariya konseya Ewropayê re hatiye destpêkirin, ji bo jin û keçên ku rastî şîdetê hatine lênerînek baş digre.
Her wiha banga xurtkirina xebata ji bo hişyarkirin û hestiyarkirina jinan der barê mafên wan ên rûbirûbûna şîdetê de kir.
Rêjeya tundiyê bi pandemiyê re zêde bûye
Piştî belavbûna vîrusa koronayê, di Adara 2020'an de hejmareke pir mezin di rêjeyên tundiya li dijî jinan de çêbûye û hatiye tomarkirin.
Ji dema belavbûna pandemiya coronayê ve, di Adara 2020’an de li welêt, di rêjeyên tundiya li dijî jinan de hejmarên rekor tomar kir. Ji ber ku ew bi tirsnakî zêde bû her wiha navenda Mafên Mirovan (Euro-Deryaya) zêdetirî 7000 hezar bûyerên şîdeta nav malbatê tomar kiriye.
Li gorî statîstîkên fermî, îsal rêjeyên tundiya li dijî jinan li Tûnisê 9 qat zêdetir bûye, herî kêm 50 jin rastî şîdeta zayendî hatine.