Ji bo jinên ku rastî şîdetê hatine rêbernameyek zagonî
Ji bo rûbirûna tundiya li ser jinan û beşdarbûna pêşxistina mekanîzmayên ji bo başkirin û pêşxistina sîstema sponseriyê ji bo jinên ku rastî tundiyê hatine; Komîteya Neteweyî rêbernameyek zagonî pêşkêş kir da ku piştevaniya wan bike.
Mexrib - Di çarçoveya aktîfkirina qanûna bi hejmara 103.13 ya têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinên Mexirbê ku di 22’ê Sibata 2018’an de hat qebûlkirin û di 20’ê Îlona heman salê de ket meriyetê, Komîteya Neteweyî ya lênêrîna jinên ku rastî şîdetê hatine, bi piştgiriya Konseya Ewropayê, di 15'ê Kanûnê de, rêbernameyek qanûnî ya pratîkî ya taybet li ser mafên jinên ku rastî şîdetê hatine pêşkêş kir.
Rêbername dê li seranserê Mexribê were belavkirin û ravekirin da ku ji bo jinên rastî şîdetê hatine pêvajoyek armancgirtinê were misogerkirin.
"Şîdeta li ser jinan li pêşiya belavbûna çanda mafên mirovan dibe asteng"
Seroka Komîteya Neteweyî ya lênêrîna jinên ku rastî tundiyê hatine, Zihûr El-Hur, di civîneke ku li bajarê Salê ji bo pêşkêşkirina vê rêbernameyê hatibû organîzekirin de wiha got: "Şîdeta li ser jinan yek ji astengiyên ku rê li ber belavkirina çanda mafên mirovan û wekheviyê digire ye."
Zihûr diyar kir ku rêjeyên der barê şîdeta li ser jinan de hatine eşkerekirin, nîşaneyên gelek nîgeran in, ji ber ku rêjeya ragihandin û raporkirina tundiyê ji sedî 27 derbas nabe, gilî jî ji sedî 6.6 derbas nebûye û ji sedî 57 ji jinan diyar kirine ku ew ji qanûna 103.13 bêpar in. Her wiha aliyên ku divê serî li wan bidin nizanin, ji ber vê yekê ew bêdeng dimînin, ev yek jî dibe sedema bêcezakirinê û bi vî awayî ev diyarde her diçe zêdetir dibe."
"Rêbername mafên herî girîng bi awayê tekst û dîtbarî dihewîne"
Rêbername mafên herî girîng ên ku di zagona bi hejmara 103.13 de hatine destnîşankirin bi awayê tekstî û dîtbarî dihewîne da ku bigihîje hemû jinên ku rastî şîdetê hatine.
Temamkirina vê rêbernameyê bi bernameya hevpar a Yekitiya Ewropayê û Konseya Ewropayê ya di bin sernavê xurtkirina hevkariyê, di warê mafên mirovan, dewleta hiqûqê û demokrasiyê de li başûrê Deryaya Spî (Başûrê Çaremîn) hatiye destekirin û bi fînansekirina her du rêxistinan pêk hatiye.