Ji bo jinên Elewî jinan banga hevpar kirin

Berdevka Kongra Star a Qamişlo Îbtîsam El-Huseyînî têkildarî kampanyaya alîkariya ji bo jinên Elewî got: "Em wek jinên li Rojavayê Kurdistanê piştgiriya hemû jinan dikin. Em bang li hemû jinan dikin ku piştgiriyê bidin jinên Elewî û mafên wan biparêzin.”

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo – Platforma Çalakiyên Hevbeş a tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi dirûşma “Hevgirtina jinên Sûriyeyê, bingeha rawestandina komkujiyên li ser jinan e”, kampanyaya ji bo piştgiriya jinên Elewî yên li Peravên Sûriyeyê da destpêkirin. Bi vê kampanyayê ewê piştgiriyê bidin jinên ku li peravên Sûriyeyê rastî binpêkirin û komkujiyan tên û êrîşên li ser jinan werin rawestandin. Berdevka Kongra Star a Kantona Qamişloyê Îbtîsam El-Huseyînî têkildarî kampanyayê ji ajansa me re axivî.

‘Hemû îşkence û rêbazên tundiyê li ser wan hat meşandin’

Îbtîsam El-Huseyînî behsa rewşa desthilatdariya rejîma Esed a beriya rûxandinê kir û wiha got: “Di dirêjahiya zêdeyî  50 salan de dewleta Sûriyeyê bi giştî bi hemû pêkhate û neteweyên xwe, di bin sîstema Baasê û paşguhkirina netewên ku li ser wê erdnîgariyê dijîn, hat birêvebirin. Sûriyeyê jî wek hemû bajarên pêkhateyên Ereban, li hemberî vê sîstema desthilatdar a ku li ser wan dihat meşandin, beriya 14 salan dest bi şoreşê kir. Hemû îşkence û rêbazên tundiyê li ser wan dihatin meşandin, ji ber wê ev gel gihîşt asteke ku pêwîst e li hemberî van sîstemên qirker ên ku li ser wan tên meşandin serî rake. Piştî rûxandina rejîma Esed a di 8’ê Kanûnê de, bendewarî û hêviya vî gelî xurt bû. Hêviya xelasiya ji vê sîstemê û avakirina Sûriyeya nû, rengîn, demokratîk û ne navendî. Lê mixabin piştî hatina Heyet Tehrîr El-Şam a cîhadîst li ser desthilatdariya Sûriyeyê me dît ku sîstem ango sîyaseta ku dide meşandin, berdewamiya Baasê ye. Konferansa ku bi navê aştî li dar xistin jî, tê de kesên ku berdewamiyên çeteyên DAIŞ’ê bûn, kujerê Hevrîn Xelef û yên tecawizkar amade bûn. Piştre destûreke nû ji Sûriyeyê re çêkirin  û ragihandin.”

‘Di destûra Sûriyeya nû de mafên jinan hat paşguhkirin’

Îbtîsam El-Huseyînî bal kişand ser paşguhkirina mafên jinan a di destûra nû ya Heyet Tehrîr El-Şamê de û wiha berdewam kir: “Me hemûyan dît ku di wê destûra HTŞ’ê de paşguhkirina di serî de jinan, netew, gel, bawerî û pêkhateyên ku li Sûriyeyê dijîn, heye. Ji bo wê jî gelek helwest û bertek derketin holê. Lê ya herî bi êş ku her kes matmeyî ma, kiryarên dûrî mirovahiyê yên ji aliyê rêveberiya HTŞ’a cîhadîst ve hatin kirin bûn. Komkujiyên li peravên Sûriyeyê li bajarên wek Lazqiyê, Tertus, Ceblê û Baniyas ku Elewî lê dijin. Em dibînin ku ev demek e qirkirin û tunekirin li ser wan tê meşandin. Bi taybetî jin û zarokan dike hedefa xwe.”

‘Em kampanyaya piştgiriya ji bo jinên Elewî radighînin’

Îbtîsam El-Huseyînî kampanyaya piştgiriya ji bo jinên elewî ya ku bi alîkariya Platforma Çalakiyên Hevbeş ên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir û wiha pê de çû: “Em jî weke tevgera jinê, Platforma Çalakiyên Hevbeş civiyan. Me alîkarî şand Perava Sûriyeyê. Ji aliyekî din ve jî me  ji bo piştgiriya jinên Elewî çalakî lidar xistin. Niha jî li bajarê Qamişloyê bi navê Platforma Çalakiyên Hevbeş ên jinan kampanya hat destpêkirin. Kampanyaya ji bo piştgiriya jinên Elewî dê ji 24’ê Adarê heta 29’ê Adarê bidome. Di çarçoveya kampanyayê de ewê rêzeçalakî hebin, panel, meşên xweser û hashtag hebin. Li gel wê jî alîkarî careke din dê were komkirin û gelek çalakiyên cuda werin lidarxistin.”

‘Divê hemû jin piştgiriyê bidin jinên Elewî’

Îbtîsam El-Huseyînî diyar kir ku ew weke tevger û rêxistina jinan, dê her dem di nava têkoşînê de bin, çavên xwe li hemberî rastiyê negirin. Îbtîsam axaftina xwe wiha bidawî kir: “Em wek jinên li Rojavayê Kurdistanê, ne tenê piştgiriya jinên Elewî dikin, piştgiriya hemû jinan dikin. Jinên li Suweydayê bang li jinên Rojavayê Kurdistanê dikin. Em bang li hemû jinan dikin ku piştgiriyê bidin jinên Elewî û mafên wan biparêzin.”