Ji bo jinên beşdarî Meşa Şeva Femînîst bûn biryara beraatê

Di doza 17 jinên ku beşdarî Meşa Şeva Femînîst a di 8’ê Adara 2021’an de li Stenbolê hat kirin bûn biryara beraetê hat dayîn.

Navenda Nûçeyan- 8’emîn danişîna doza ku 17 jinên beşdarî 19’emîn Meşa Şeva Femînîst a Stenbolê bibûn, bi îdîaya “Heqaret li Serokkomar kirine” û “Binpêkirina Qanûna Civîn û Xwepêşandanan a hêjmar 2911” dihatin darizandin, hat dîtin.

Di danişîna li 10’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Edliyeya Stenbolê hat dîtin de jin û parêzerên wan amade bûn. Di danişîna ku bi tespîtkirina nasnameyan destpê kir de, hate gotin ku berzkirina dirûşmeyan nikare bibe “sûc” û hat destnîşankirin ku beşdarbûna jinan a Meşa Şeva Femînîst a 19 sal in tê lidarxistin, ne sûc e û darizandinên wan neqanûnî ne.

Heyeta dadgehê piştî îfadeyan biryara xwe eşkere kir, ji 17 jinên ku bi hinceta “Hêmana hiqûqî ya sûc pêk nehatiye” hatin darizandin yek bi yek biryara beraetê da.