Ji bo jinên Amazigh proje tên pêşxistin
Amazigh, gelê kevnar ê Mexribê ye, nikare xwe di gelek saziyên giştî yên wekî dadgehan de îfade bike. Jinên ku piştgiriya hiqûqî didin jinên Amazigh, armanc dikin ku dawî li cudakariya heyî bînin.
RAJA KHAYRAT
Mexrib- Amazigh yek ji gelê herî kevnar ê Mexribê ye, ji baskê Berberiyan tê. Her çendî zimanê Amazigh ji aliyê hikumeta Mexribê fermî tê qebûlkirin jî ji ber ku li nexweşxane, dadgeh û li gelek cihên giştî kes nizane zimanê Amazigh biaxive gel nikare xwe îfade bike û di peydakirina pêdiviyên xwe de bi zehmetiyan re rû bi rû dimîne.
Seroka Komeleya Mekanên Kolektîf a Jinan Nacat Utkardî, diyar kir ku jinên bi zimanê Amazigh û li gundan dijîn ji xizmetên herî bingehîn bêpar in û di saziyên giştî de rastî biçûkxistin û dûrketinê tên. Nacat Utkardî da zanîn ku ew piştgiriya hiqûqî didin jinên Amazigh û wiha got: “Piraniya jinên Amazigh ên ku serî li dadgehan didin, ji ber nikarin xwe bi zimanê xwe yê zikmakî li ser hevberdan, tundî û dozên cuda îfade bikin, rojên dijwar derbas dikin. Ew gelek caran ji tundiyê re mexdûr bûn. Me di vê mijarê de jî desteka zagonî da jinan.
Di gihandina edaletê de zehmetiyên dijîn
Nacat Utkardî, da zanîn ku komeleyê bi komek jin û aktîvîstên mafên mirovan re li herêma Marakeş-Safiyê di çarçoveya "Tora Hevgirtinê ya Jinan" de xebatên hevpar meşandin û wiha berdevam kir: "Me raporên salane li ser jinên rastî tundiyê tên amade kirin. Bi riya navenda guhdarkirinê jî piştgiriya derûnî ji jinan re hat dayîn. Jinên Amazigh yên ku rastî îstîsmara zayendî tên, ji ber ku nikarin xwe bi zimanê xwe yê zikmakî îfade bikin, nikarin bi rayedarên dadwerî, tenduristî, ewlekarî û îdarî re têkiliyê deynin û ev yek jî gelek caran rê li ber edaletê digire. Me di vî warî de piştgirî da."
Armanca wan xurtkirina jinan e
Nacat Utkardî di berdevamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku komeleyê ji bo bi jinên Amazigh re danûstandinê de bin hunerên wan ên ragihandinê pêş bixe û bigihêjin xizmetên bingehîn ên li herêma wan, projeyek bi navê "Yûda" daye destpêkirin, Nacat Utkardî diyar kir ku proje li gor taxmînî ji salek û nîv pêk tê. Û wiha pê de çû: “Proje li 10 gundên parêzgeha El Huzê, nêzî 300 jinên gundê Amazigh dike hedef. Armanca me ew e ku jin ji bo bidestxistina mafên xwe xwedî agahiyên têr bin."
Nacat Utkardî destnîşan kir ku yek ji armancên herî girîng ên projeyê ew e ku jinên ku bi zimanê Amazigh diaxivin fêrî têkoşîna li dijî her cure tundiya li ser çand û ziman a li dijî jinan têbikoşin. Nacat Utkardî da zanîn ku ew bi komeleyên herêmî re xebatên hevpar dimeşînin û wiha qal kir:"Di çarçoveya projeyê de 10 aktîvîstên dildar dê derbasî dewreyên perwerdeyê bibin û bi xebatên ku dê li qadê bimeşînin, dê jinan ji hemû pirsgirêkan agahdar bikin, mafên xwe bidin nasîn, “Ew ê danûstandina wan bi sazî û rêxistinan re zêde bike."
'Divê ji bo pêşerojê proje bên amadekirin'
Nacat Utkardî agahî parve kir ku piştî temambûna projeyê dê ji bo pêşniyar û hewcedariyên meclisên kolektîf ên hevpar pêşnûmeya raporê bê amadekirin û wiha got:"Jinên gundewarî yên Amazigh di bin sînorê xizaniyê de dijîn. Ne xwediyê wan kalîteyên ku bihêlin kar peyda bikin an jî projeyên dahatiyê çêbikin nînin. Ji ber ku karê wan bi mezinkirina zarokan û kirina karên malê ve sînordar e. Ev yek wan qels dike xw dibe sedem ku nikaribin mafên xwe yên bingehîn bidest bixin ku ew jî gihandina xizmetên herî bingehîn e."
Nacat Utkardî da zanîn ku wan ji bo hêsankirina têkiliya bi jinên Amazigh re di saziyên ku serdana wan kirine de pêwîstiya wergêran heye û wiha gotinê xwe bi dawî kir: “Ji ber erdheja ku mehê berê pêk hat, jinên Amazigh ji jinên ku li wan dijîn zêdetir hatine biçûkxistin, dûrxistin û rastî tundiyê hatine. "Pêwîst e projeyên dahatê ji bo jinên Amazigh bên amadekirin û zarokên keç bên teşwîqkirin ku xwendina xwe biqedînin da ku bibin xwedî derfetên baştir."