Li Qamişlo û Şehbayê çalakiyên piştevaniyê bi jinên Êzidî re

Rêxistin û Tevgerên jinan a bajarê Qamişlo û Şehbayê di çarçoveya pêngava ku ji bo jinên Şengal û Efganîstanê dabûn destpêkirin de duh find pêxistin.

Navenda Nûçeyan - Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 31’ê Tirmehê de pêngavek ji bo Jinên Şengal û Efganîstanê bi dirûşma “ Em li dijî qirkirina jinan, jiyanê diafrînîn” bi riya daxuyaniya çapemeniyê ragihandibûn. Çalakiyên jinan duh jî bi boneya 9’emîn salvegera Fermana 74’an a li ser civaka Êzidî rabû, li Qamişlo û Şehbayê berdewam bû.

Qamişlo

Rêxistin û tevgerên jinan ên bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber çerxerêya Osman Sabrî ya bajarê Qamişlo, ji bo jinên Şengal û Efganîstanê find pêxistin. Di çalakiyê de rêxistin û tevgerên jinan amade bûn her wiha nivîsa bi navê “Bi rêxistin û hevgirtina jinan em ê azadiyê bi dest bixin” hatibû hildan.

‘Jinên Şengalê bila dengê xwe bigihînin her derê’

Têkildarî pêngava hatiye despêkirin, Endama Rêveberiya Mala Jin, Behiye Mûrad wiha axivî: “Beriya 9 salan îro çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin, her wiha di heman mehê de Talîban li ser Efganîstanê bû hiqûm. Em wek Rêxistin û Tevgerên Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê destekê didin hemû jinên azadîxwaz, zilim û zorî dibînin. Îro me find ji bo jinan veda. Em wek Jin amade ne ku ji bo jinan kar û xebat bikin da ku daxwaz û azadiya jinan bi ser bikeve. Daxwaza me ew e ku jin bibe xwedî maf û li hember dagirkeriyê bisekine. Îro gelek êrîşên mezin li dijî jinên têkoşer pêk tê û em dibêjin bese êdî ji van êrîşan re. Dema jin kar û xebat ji bo azadiya xwe dike dibe armanca êrîşên dagirkeran. Ji bo jinên Şengalê daxwaza me ji wan ewe ku bila xurt bin û dengê xwe bigihînin her kesî da ku bêmafiya ku li hember wam pêk hatiye bê dîtin.”

Hêjayê gotinê ye ku dê di çerçoveya pêngavê de di 7 Tebaxê de li bajarê Reqa forumek bê lidarxistin. Di heman demê de dê di 10’ê Tebaxê de ji bo jinên Şengal û Efganîstanê meşek girseyî li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê li dar xistin.

Şehba

Bi diruşmeya "Bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa jinê ve" Kongra Star û Yekîtiya Jinên Êzîdî ya Efrîn-Şehba çalakiyek ji bo salvegera 9'emîn a komkujiya Şengalê li navçeya Fafîn a kantona Şehba ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de endam û nûnerên jin ên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, Kongra Star û Yekîtiya Jinên Êzîdî beşdar bûn û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Kongra Star, Yekîtiya Jinên Êzîdî, her wiha pankertên bi nivîsên "Di şexsê jinên Şengal û Efxanistanê de em ê bibin dengê hemû jinan","Em jin xwe rêxistin bikin û azadiya xwe bidest bixin" û "Em li dijî qirkirina jinan jiyaneke azad diafirînin" hildan.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtin dest pêkir, piştre ji aliyê beşdarvanan ve find hate vêxistin. Paşê axaftin ji aliyê Rêvebera Yekîtiya Êzîdiya a herêma Efrîn Meriyem Cindo ve hate kirin.

Banga têkoşînê

Meriyem Cindo bal kişand ser komkujiya ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve di derheqê gelê Şengalê de pêk anîne şermezar kir û ev tişt vegot: "3'ê Tebaxa 2014'an ew ji bo me bû rojek tarî û reş, di vê rojê de komkujiyek derheqê gelê me Êzîdî li Şengalê pêk hat. Di vê komkujiyê de bi hezaran kes bûn qurbanî. Her wiha bi hezaran jin hatine revandin û heya niha çarenûsa wan ne diyar e. tu kes an dewlet xwedî li Êzîdiyan derneket û nebûn bersiv ji êrîşên dagirkeiryê re. Ev feleketek mezin ser gelê Êzîdiyan de bû. Lê gelê me Êzîdî bi xortkirina rêxistin û hêza xwe ve bûn bersiva herî mezin ji dijmin re. Bi hêza jin û berxwedan wê em ê dagirkeriyê têk bibin û xaka xwe rizgar bikin.”

Çalakî bi avêtian diruşmeya "Jin, Jiyan, Azadî","Bê Serok Jiyan nabe" dawî bû.