Ji bo îfadê gazî Emîne Şenyaşar kirin
Bi angaşta ku Emîne Şenyaşar "heqaret" li Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû jî kiriye çu îfade da.
Riha – Çalakiya nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a di encama êrîşa parêzvan û xizmên Wekîlê AKP'ê İbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûyî li ber Edliyeya Rihayê dayî despêkirin di roja 186’emîn de dewamdike.
Malbat, di saetên serê sibehê de hat ber edliyeyê û bi dovîza ku li ser nivîsa "Em tenê edaletê dixwazin" nivîsandî dest bi nobeta xwe kir. Duh derketibû holê bi angaşta ku di roja 186'emîn a nobetê de "heqaret" li Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye li 2'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Rihayê doz li Emîne Şenyaşar hatiye vekirin. Îro jî bi angaşta ku di heman rojê de "heqaret" li Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû jî kiriye Emîne Şenyaşar îfade da. Parêzerê dosyayê Gokhan Dayik jî bi Emîne Şenyaşar çû miduriyeta polisan. Emîne Şenyaşar, di îfadeya xwe de da zanîn ku heqaret li Soylû nekiriye. Piştî îfadeyê careke din vegeriya qada nobetê.
“Îdiayên hatine kirin nerastin”
Parêzer Gokhan Dayik, diyar kir ku armanca doza ku li Emîne Şenyaşar hatiye vekirin û vexwendina wê ya îfadeyê tepisandina malbatê ye û wiha got: "Muwekîla min "heqaret" li Soylû nekiriye. Beriya çend rojan bi angaşta ku "heqaret" li Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz jî kiriye doz lê hatibû vekirin. Îro vexwendin îfadeyê. Muwekîla min got ku angaşt ne rast in. Binçavkirin û vekirina dozan ji bo tepisandina malbatê ye. Em ê li cem malbatê bin û doza wan bişopînin. Divê herkesê xwedî wijdan di vê pêvajoyê de malbatê tenê nehêlin. Divê bibin dengê wan. Mîna herkesê daxwaza malbatê jî edalet e."
Li ser tora civakî bertek zêde dibin
Malbatê jî li ser hesabê xwe yê medya yê bertek nîşanî doza "heqaretê" da û ev parvekirin kir: "Dema ku parlamenterê AKP'ê gilî dike bi bayê bezê doz tê vekirin. Ji bo dayika li edaletê digere 4 ceza tê xwestin. Parlamenter Yildiz û malbata xwe li ber qamerayên nexweşxaneyê 3 mirovan qetil kirine. 3 sal û 5 meh di ser re derbas bûn. Li holê doz tune ye."