Ji bo hevgirtinali herêma erdhejê bang li jinan hat kirin
Koma Piştgiriya Femînîst a Li Dijî Afatê, ji bo konê jinan a li Semsûrê ya herêma erdhejê hatiye vedan bang kir û wiha got: "Hem li vir û hem jî li wir gelek karên ku em bikin û hevgirtinek femînîst ku em mezin bikin heye.”
Navenda Nûçeyan - Nobeda ku Koma Piştgiriya Femînîst a Li Dijî Afetê, li Semsûrê, herêma erdhejê ji bo piştgiriyê da destpêkirin, didome. Çalakiya nobedê ya jinan a li Semsûrê di hefteya sêyemîn de ye. Nobeta jinan a li Semsûrê ket hefteya xwe ya 3’emîn, piştevaniya Femînîst a li Dijî Afetê banga "dilxwaziyê" kir. Di bangewaziyê de wiha hat gotin: "Em hemû dixwazin ji bo herêmên ji erdhejê bi bandor bûne ji cihê xwe yan jî ji derve piştgiriyê mezin bidin.”
'Hem li vir hem jî li wir gelek xebatên ku em bikin hene'
Di berdewamiya bangawaziyê de hat destnîşan kirin ku bi vê yekê re herêma ku çûnê, dîtine ku hema bibêje hemû hilweşiya ye û binesaziya wê tune bûye û wiha hat gotin:
“Hilweşandin û mirina mirovan, li ser gelê heremê bandorek derûnî ya giran hiştiye. Divê em ji bîr nekin ku hewcedariyên herî bingehîn ên wek stargeh, xwarina baş, av, tuwalet nayên peydakirin. Em şert û mercên fizîkî û derûnî yên ku em ê li herêmê rû bi rû bimînin û zehmetiyên ku em bijîn bînin ber çavên xwe. Hem li vir û hem jî li wir gelek karên ku em bikin û hevgirtinek femînîst ku em mezin bikin heye.”
Divê ji bo li herêma erdhejê bibî dilxwaz û piştgiriyê bidî jinan forma li lînka https://bio.biolinktr.com/afeticinfeminists were dagirtin. Li aliyê din ji bo kona ku piştî 8'ê Adarê li Hatayê bê vekirin dê daxuyaniyeke cuda bê dayîn.