Ji bo hebûna gelê xwe parçeyek ji bedena xwe da

Dîcle Tirbespiyê şervaneke YPJ’ê ye ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve li dijî DAIŞ’ê û hemû komên çete şer kir. Dîcle ji aliyê Tirkiyeyê ve hat hedefgirtin û di encamê de herdu lingên wê jêbûn lê tevî wê jî doza xwe didomîne.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Dîcle Tirbespiyê şervaneke Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)ê ye ji Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji dawiya 2012’an ve dema ku çeteyên Cebhet El-Nusra êrîşî bajarên Kurdan kir, ji bo parastinê, kom hatin avakirin. Wê di nava wan koman de cih girt û paşê jî bi fermî beşdarî operasyonan bû ji bo ku li hemberî DAIŞ’ê şer bike, bajarên xwe rizgar bike û cîhanê ji terorê biparêze.

Ew ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat armancgirtin û parçeyek ji bedena xwe wenda kir. Dîcle çîroka xwe ji me re parve kir.

‘Parastina welat rûmet e’

Dîcle Tirbespiyê di destpêka axaftina xwe de dibêje: “Her dem ji me re gotibûn ku jin nikarin tiştek bikin, em jî bêbawer nêzî xwe dibûn, me digot gelo em ê bikaribin li hemberî van çeteyên DAIŞ’ê bisekinin û parastina welatê xwe bikin an na. Malbatên me jî piştgiriya me kirin, ji ber ku dema êrîşek tê ser welatê te, tişta herî bi rûmet parastin e.”

‘Bi têkoşîn û berxwedaniyên jinan YPJ ava bû’

Dîcle Tirbespiyê da zanîn ku wê di nava refên YPJ’ê de gelek tişt nas kirine, dîroka jinan, Kurdistan, doz û mafên xwe û wiha pê de çû: “Vê yekê hişt ku hêz û îradeya me derkeve pêş. Bi vî ruhî em tevli operasyonan bûn. YPJ bi hêsanî nehat avakirin, jinan xwe îsbat kirin û di tevahî cîhanê de deng vedan, ev bi ked û têkoşîna YPJ’ê bû. Bi hezaran jinan ji her derê cîhanê cihê xwe tê de girtin. Welatên cîhanê xwestin ku tecrubeya me di bajarên xwe de jî ava bikin.”

Armanca rizgarkirina jinan û welat

Dîcle Tirbespiyê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku parastina jinan û gel du xalên wan ên sereke ne û got: “Me hemû bajarên xwe rizgar kirin ji destên DAIŞ’ê. Her wiha em derbasî Şengal bûn, em beşdarî operasyonên rizgarkirina gelê xwe yê Êzidî jî bûn. Her çiqas zehmetî hebûn gelek hevalên me şehîd diketin, em pê diêşiyan jî li hemberî wê ruhê tolhildanê gur dibû. Me gav paşve neavêt ji ber ku armancên me diyar bûn. Gelan piştgirî dan me, hemû pêkhateyan dixwestin ji zilm û terorê rizgar bibin, hêviya wan bi me hebû û me jî hêviya wan neşikand.”

Parçeyek ji bedena xwe feda kir

Di 30’ê Gulana 2022’an de, Dîcle bi çend hevalên xwe re, ji aliyê balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker ve hatin hedefgirtin li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di wê êrîşê de Dîcle herdu lingên xwe winda kir, hinek hevalên bi wê re jiyana xwe ji dest dan û yên din jî birîdan bûn.

Dîcle der barê vê de dibêje: “Dema ku birîndar bûm, her dem fikra min li ser hevalên min bû. Di nexweşxaneyê de min dît ku min herdu lingên min jêbûne. Ev yek ji bo min pêvajoyeke nû bû lê dema ku tevli nava refên YPJ’ê bûm, wê demê min her tişt dabû ber çavên xwe, birîndarî û şehadet jî li ber çavên min bûn, ji ber ku em têdikoşin her tişt li pêşiya me ye.”

‘Bibin yek’

Dîcle Tirbespiyê di dawiya axaftina xwe de xwest payeman bide jinên cîhanê û got: “Peyama min ji bo tevahî jinên cîhanê ew e ku yekitiya xwe çêbikin û hêza xwe xurt bikin. Bila tu carî koletiyê li ser xwe qebûl nekin. Gere hûn artêşa xwe ava bikin. Di heman demê de divê em piştgiriyê bidin hêza xwe ya jinan çi YPJ’ê û çi artêşeke jinan a din be.”