Ji bo Hazal Kaya bi hinceta heqaretê ceza hat xwestin

Der barê lîstikvan Hazal Kaya de bi hinceta ku heqaret li çawîşê pispor Musa Orhan ê tecawizê Îpek Er kiribû, bûbû sedem ku xwe bikuje de, 2 sal û 4 meh cezayê girtîgehê hat xwestin.

Navenda Nûçeyan – Der barê lîstikvan Hazal Kaya ya ku piştgirî da Ezgî Mola ya di doza ku bi hinceta heqaret li Çawişê Pispor Mûsa Orhan ê ku li navçeya Bişêriya Êlihê tecawizê Îpek Er kiribû, bûbû sedem ku xwe bikuje, ji ber parvekirineke bi deng, nivîskî yan jî bi dîmen yekser heqaret kiriye” îdianame hate amadekirin.

‘Berdana Mûsa Orhan baweriya min bi edaletê tune kir’

Di îdianameyê de îfadeyên Hazal Kaya jî cih girtin. Hazal Kaya got: “Bûyereke ku wijdanê raya giştî êşandiye” û wiha dibêje: “Min gelek caran nameya Îpekê ya bi gotina; ‘Ez 18 salî me û li gund dijîm. Mûsa, xeyalên min, jiyana min, hêviyên min têk bir, ez qirêj kirim û dinyaya min bi serê min de hilweşand’ dest pê dike û îstîsmara zayendî bi hûr û kûr vedibêje xwend. Kesê ku bûye sedema vê bûyerê, yê ku bikaranîna raye û hêza dewletê jê re daye hemû xeyalên jineke ciwan têk bir û rê li ber mirina wê vekir di mijara şeref û heysiyetê de pir hesas tevdigere. Jixwe ne wê roja ku min ew twît parve kir û ne jî niha min ev yek qet fêm nekir bê ka çima wiha hesas e. Ez, xwe parçeyeke pergala hiqûqê ya ku ji gotina tecawizkar a ji bo tecawizkarekî sûc dibîne nabînim.”

‘Wek lîstikvanek di van mijaran de her dem hewl didim dengê xwe bidim bihîstin’

Hazal Kaya, diyar kir ku di berteka xwe de mafdar e û ev tişt anî ziman: “Ji bo pêşîlêgirtina tundiya li ser jinan, îstîsmara zayendî û tundiya zayendî divê qanûnên heyî bi awayekî herî bi bandor bên cîbicîkirin. Di vê mijarê de jî dizanim ka zexta raya giştî çiqas girîng e. Weke lîstikvanekê di van mijaran de her dem hewl didim dengê xwe bidim bihîstin. Di mijarên tundiya li dijî jinan de ne faîl lê kesên li dijî wan tiştên pêwîst dibêjin tên cezakirin. Nerazîbûna min a li dijî pergaleke darizandinê ya wiha, nabe ku bibe mijara darizandinê.” Hazal Kaya, tawanbariya lê tê kirin red kir û got ku hesabê twîtê ya ku li ser hatiye parvekirin jî ya wê ye.