‘Ji bo guhertina civakê demokratîkbûna malbatê girîng e’

Endama Kombûna Jinan a Zenûbya Jiyan Dêrik diyar kir ku têkoşîna jinê di guhertina zîhniyetê de rêyeke dûr û dirêj girtiye û destnîşan kir ku guhertina jinê bixwe di demokratîkbûna malbatê de girîng e û malbat jî bingehê civakê ye.

SÎBÎLİYA AL-ÎBRAHÎM

Reqa – Jinên ku pêşengiya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin pêşengiya avakirinê jî dikin. Li gel damezrandina saziyan û tevinkirina jiyanê di çarçoveya prensîba wekheviyê de, veguhertin û avakirina herî mezin bi hewldanên guhertina zîhniyetê pêk tê. Saziyên jinan bi çûyîna gund bi gund, tax bi tax û perwerdekirina jin û mêran armanc dikin ku zîhniyeta baviksalarî tune bikin. Jinên ku di vê mijarê de ji paradîgma û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sûd werdigirin, girîngiya destpêkirina veguherînê pêşî ji xwe re, piştre jî bi malbatên ku lê dijîn, radigihînin. Da zanîn ku jiyanîkirina fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên di derbarê demokratîkbûna malbatê de wê di guhertina civakê de bibe gaveke girîng.

Endama Kombûna Jinan a Zenûbya Jiyan Dêrik ku em pê re li ser mijarê axivîn, diyar kir ku malbat pêkhateya herî biçûk a civakê pêk tînin û destnîşan kir ku veguhertina demokratîk a malbatê girîng e.

‘Civak bi têgehên wekî hiqûq ji exlaq hatiye dûrxistin’

Jiyan Dêrik, anî ziman ku malbata demokratîk a ava bibe wê di heman demê de bibe bingeha civaka exlaqî û polîtîk jî û got: “Ger em dixwazin vê yekê bînin ziman, divê em vegerin civaka xwezayî ya çavkaniya çandê ku jin bi rêve dibe. Bi destpêka serdema Sumeran re sîstema çînayetî û baviksalarî jî hat xurtkirin, heta ku dîrok, civak û çanda resen a jinê hat tunekirin.” Herwiha bal kişand ser wê yekê ku hewlên rejîmên otorîter ji bo avakirina civakek li gorî berjewendiyên xwe, bû sedem ku rastiya civaka xwezayî ji holê rabe û gelek têgehên weke hiqûq ku şûna exlaq digire, civakan ji exlaq dûr dixe.

Jiyan Dêrik di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: “Berê di malbat û civakê de wekhevî û edalet hebû, lê ev têgeh hatin guhertin. Niha bav nûnerê dewletê ye, malbat jî modela dewleta biçûk e. Ji bo malbateke demokratîk afirandina ferdên azad pêwîst e.”

Jin ji heqîqetê têne dûrxistin

Jiyan Dêrik diyar kir ku civak ji aliyê kapîtalîzmê ve têne parçekirin û got ku ew bi tunehesibandina jinê dixwazin rastiya rola wan a civakî ji holê rakin û got: “Em dibînin ku kapîtalîzm bi êrişên kapîtalîst ên li ser herêma Rojhilata Navîn hewl dide civakan parçebikin. Em qeyranên hawirdorê û jirêderketinên exlaqî yên ku armanca wan êrişa li ser nirxên civakî yên ku çavkaniya şaristanî û çandan e. Ji ber ku ev herêm bi pîroziya feraseta malbatê tê binavkirin, hemû şer ji bo pûçkirina van nirxan e.”

‘Jinan bi têkoşînê guhertina zîhniyetê da çêkirin’

Jiyan Dêrik da xuyakirin ku têkoşîna jinê û projeya Neteweya Demokratîk bûye sedema guhertina gelek têgînên di nava civakê de û got: “Berovajî têgînên hevpar ên ku rola jinê tenê di nava malê de bisînor dike û li ti cihekî din nîne, weke biryarên di malbatê de tenê di bin rayeya bav de ye, jin jî di qada siyasî de weke mêran hene” û da zanîn ku niha di nava malbatan de nêrînên jinan tên girtin û ev yek jî bi saya têkoşîna jinan hatiye guhertin.

Jiyan Dêrik di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku malbata demokratîk wê têkariyê li avakirina civakeke demokratîk û avakirina welat û neteweya demokratîk a ku edalet û wekhevî tê de serbikeve, bike û got: “Dema jin azad bibin wê malbateke demokratîk ava bikin. Bi vê yekê em ê bigihijin civakeke azad û neteweyeke ku edalet û wekhevî li pêş e.”