Ji bo girtiyên jin ên nexweş bang hat kirin

Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di çalakiya xwe ya hefteya 461’emîn de, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş Ozge Ozbek, Rihan Kavak Ozbek, Selver Yildirim û Pinar Tîkît ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê tên girtin.

Navenda Nûçeyan- Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di çalakiya xwe ya hefteya 461’emîn de, bal kişand ser rewşa girtiyên jin ên nexweş ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê.

Siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan tevli daxuyaniya li ber avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê bûn.

Daxuyaniya ku pankarta bi nivîsa “Tedawî maf e nayê astengkirin û bila girtiyên nexweş bên berdan” hatibû vekirin, ji aliyê Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Nuray Çevîrmen ve hat xwendin.

651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene

Nuray Çevîrmen, bal kişand ku girtî li girtîgehan têkoşîneke giran a jiyanê didomînin û wiha axivî: “Girtî ji ber lêgerînên hundirê dev ên dîsa di salên dawî de dest pê kirin û rûmeta mirovahiyê binpê dike, nikarin biçin nexweşxaneyan. Li gorî ku me wek Komeleya Mafên Mirovan tesbît kir, li girtîgehan 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Di nava van nexweşan de kesên ku temenê wan mezin e û nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin bi îsrar li girtîgehan tên girtin.”

Girtî nayên dermankirin

Nuray Çevîrmen bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş Ozge Ozbek, Rihan Kavak Ozbek, Selver Yildirim û Pinar Tîkît ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê û wiha got: “Divê kontrolkirin û dermankirina nexwşan bi awayekî bê kêmasî bê kirin û mafên wan ên tenduristiyê bê parastin. Divê demildest kesên ku nikarin di girtîgehê de bimînin werin berdan.” Nuray Çevirmen pirsgirêkên tenduristiyê yên girtî dijîn, wiha rêz kir:

Ozge Ozbek: Ji ber tîmura di mejiyê xwe de li Nexweşxaneya Acibadem a Stenbolê emeliyateke vekirî ya mêjî derbas kir, piştî emeliyatê demildest li nexweşxaneyê hat girtin û birin Saziya Înfazê ya Ceza ya Jinan a Bakirkoyê. Di encama serlêdanên ji ber rewşa wê ya giran û emeliyata wê ya nû hatin kirin de, Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê biryar da ku înfazê wê 3 mehan taloq bike. Piştî bidawîbûna 3 mehan careke din biryara wê nehat dirêjkirin û careke din hat girtin û birin Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê. Tevî ku di biryara Lijneya Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Daricayê de rapora "Ne guncaw e di bin şert û mercên girtîgehê de bimîne" hat dayîn jî ev rapor ji aliyê Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê ve nehat qebûlkirin û rapora "Dikare di girtîgehê de bimîne” hat dayîn. Di mêjiyê wê de tumor hene û tedawiya wê berdewam dike û di heman demê de divê di pêvajoyên li pêş de careke din bê emeliyatkirin. Her wiha teşhîsa epîlepsiyê jî hat danîn. Di 9’ê Hezîrana 2022’an de carek din li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Darica Farabî, rapora dikare li nexweşxaneyê bimîne hat dayîn. Di girtîgehê de her dem serê wî diêşe, dengeya xwe winda dike û ji ber tîmor zextê li organên wê yên hestiyar dike, pirsgirêkên windakirina bihîstinê dijî. Wesayîdên rîngê yên yekane, êşên wê zêde dike. Di hevdîtinên bi leşker û rêveberiya girtîgehê re hatin kirin de, daxwaza ku bi ambûlans an jî wesayîdên sivîl ên aîdê saziyê bibin nexweşxaneyê bi gotina "Divê ji sê doktorên cuda rapor bên girtin" hat redkirin.

Gelek nexweşiyên wê hene

Rihan Kavak Ozbek: Di pêsirê wê de girêyek heye û neçar e salê carekê memografiyê bikşîne. Nexweşa hîpertîroîda jehrîn (gûatr) ye û ji ber vê nexweşiyê tê dermankirin. Di bejn û stûyê wê de tîtik heye. Helandina hestî û kirêcgirtin heye û her wiha nexweşe astimê ye. Di gurçikên wê de xirabûna şeklê heye. Hat hinbûn ku dema çûye cem bijîşk panîk atak derbas kiriye.

Çavê wê nabîne

*Selver Yildirim: 24 sal in di girtîgehê de ye. Çavê wê yê rastê bi temamî nabîne û di çavê çepê de jî ji sedî 70 kêmbûna dîtinê heye. Her wiha di dest û milên wê de jî giliyên qismî hene. Ji bo dîtina çavê wê yê çepê xirab nebe divê ji ronahiyê were parastin ango berçavka rojê bi kar bîne û tevî ku der barê vê yekê de ji aliyê bijîşk ve reçete hatiye nivîsandin jî ji ber rêveberiya girtîgehê qebûl nekir, dibe ku nexweşiya wê zêdetir bi pêş bikeve.

Hişê wê diçe û krîzan derbas dike

Pinar Tîkît; Di mejiyê wê de kîsa araknoîd heye, dema ku bibe 10 cm, tevî hemû xetereyan jî emeliyat bibe neçariyek e. Ceraba mejiyê wê ku li encamên MRI nihêrî, diyar kir ku kîsta di mejî de pir mezin e. Kîst dikare bi zextê li devera mejiyê bike û bandorê li karkirina mêjî bike û di mirovan de bibe sedema pirsgirêkên mîna serêş û hinek caran derbaskirina nobeta sarayê. Kîst niha 8 cm. ye. bêhişketin û krîzan derbas dike. Bijîşk naxwazin di şert û mercên girtîgehê de emeliyat bikin. Ger dema kîst bibe 10 cm emeliyat nebe dê zirarê bide damarên sinêrê.”