Ji bo girtiya nexweş Hanîfe Arslan cara 7’an serlêdana tehliyeyê

Parêzer Jiyan Ozkapan diyar kir ku rewşa girtiya nexweş Hanîfe Arslan a 76 salî her roja ku diçe xirabtir dibe û îfade kir ku ji bo girtiya nexweş a 68 caran sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin, ev cara 7’emîn e ku serlêdana tehliyeyê dikin.

Wan – Li Wanê Hanîfe Arslan a 76 salî ku bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn, ji 2022’an heta niha li girtîgehê ye. Bi girtiya nexweş Hanîfe Arslan a li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Wanê tê girtin re nexweşiya KOAH, şekir û tansiyonê heye. Parêzeran ji bo Hanîfe Arsalan û girtiya nexweş ya rewşa wê giran û weke wê bi temen Makbule Ozer li gel hev dimînin, ev cara 7’emîn e serlêdana tehliyeya bi venêrîn tê kirin. Saziya Tiba Edlî (ATK) rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ esas digre, hemû serlêdanên berê jî red kir.

Parêzer Jiyan Ozkaplan a derbarê pêvajoyê de me bi pê re hevdîtin kir got: “Him rewşa tendirûstî û him jî rewşa moralê ya her du dayikan jî ne baş e.”

Hate zanîn ku bi Hanife Arslan re di asta jor de nexweşiyên KOAH, helîna hestî û tansiyon heye û bi Makbule Ozer re alîkariya hev dikin û pêwistiyên xwe yên rojane pêk tînin. Rewşa tendirûstiya herdû girtiyan roj bi roj xirabtir dibe, dîroka tehliyeya Hanîfe Arslan sibata 2025’an e û  bi kursiya biteker diçe hevdîtinan.

Ji bo tehliyeya bi kontrol 7 cara serlêdan hate kirin

Jiyan Ozkaplan da zanîn ku Hanîfe Arslan 3 caran birine ATK ya Stenbolê, lê belê di her çûyînê de heman encam girtine û di rojên borî de ji bo tehliyeyê 7 caran serlêdana tehliyeya bi venêrîn kirine. Jiyan Ozkaplan diyar kir ku Hanîfe Arslan roja 22’ê tîrmehê ji bo ultrasyona bi reng birine nexweşxaneyê, ji ber temenê Hanîfe Arsalan dem dem gotinên ku ‘ez bawerim wê li vir bimire’ hatine bikar anîn.

Jiyan Ozkaplan bibîr xist ku weke di biryarnameya serokkomariyê de cih girtî dema kesek nexweş be yan jî ji ber temenê wê divê were tehliye kirin û got: “Tenê temenê wê jî ji bo rawestandina înfaza wê sedemek e, lê belê biryar nayê pêkanîn. Dadgeh rapora ATK esas digre, lê belê biryara ku ATK girtî ne biryarek li gor hiqûq û wijdanê ye. Dema em li vê xalê meyze bikin, em dikarin bêjin bi temamî hiqûqa dijminane pêk tê. Zagonên ku hene nayên pêkanîn. ATK divê pêvajoyê de raporek bê alî û serbixwe pêşkêş nekir. Hemû serlêdanên me bi heman hincetê tên redkirin. Divê xalê de me car din serlêdan kir û em li benda biryara nexweşxaneyê ne.”

‘Wezaretê klozet şand û nexweşiyê qebul kir’

Jiyan Ozkaplan derbarê hevdîtina dawî de wiha got: “Rewşa wê her roja ku diçe xiratir dibe. Ji ber helîna hestî nikare li ser lingan raweste. Berê xwe bi dîwar digrit û dihat hevdîtinê. Niha jî bi sandelye tê. Ji ber havînan germe di mayîna qawîşê de zehmetiyan dikêşe. Hem pêwîstiyên wê û hem jî yê Dayika Makbule havalên wan ên di qawîşê de pêk tînin. Dem dem ji min re dibêje ‘ez ê li vê derê bimirim.’

Di vê rewşa heyî de hiqûq bi tu awayê nayê pêkanîn. Dayik ji ber tansiyonê hema bêje şevan narazê. Cardin wezareta edaletê jêre klozetek taybet şandiye. Wezaretê jî qebul kiriye ku dayik nikare li ser lingan raweste û jê re klozet şandiye. Lê dema em lê meyze dikin ATK vê qebul nake. Dema gava wezaretê divê mijarê de li berçav were girtin, divê ATK rapora xwe nû bigre dest. Em dibînin dema em li gel gardiyanan ji di axivin dibêjin ‘rewşa wê ne baş e, divê zû were berdan.’ Divê ev pêvajo dirêjtir nebe, wezaret divê gav bavêje û serlêdana me erê bike.” 

 68 caran sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin

Ji derveyî vê parlementerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) derbarê rewşa tendirûstiya Hanîfe Arslan ser li Komîsyona şopandina Mafê Mirovan ya TBMM dayî de, bersiva ku ji aliyê wezareta Edaletê û mudurê giştî ya Tevkifevan ve, derbarê Hanîfe Arslan de biryara nexweşxane û ATK ya ku ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ esas girtine. Di biryarê de wiha hate gotin: “Dema rewşa wê ya tendirûstiyê were berçav girtin, ji bo hêsankirina jiyana wê li saziyê li qawîşa ku lê dimîne klozet hatiye çêkirin, di her alî de ji bo pêşî li giranbûna rewşa tendirûstî ya girtî bê girtin hewl tê dayîn, hemû kar û barên tendirûstiyê bi titizî tê kirin.”

Hat zanîn ku Hanîfe Arslan di dema girtî de 68 caran çûye polîkilinîkên cûda û beşên cûda yê nexweşxaneyê. Tevî vê hejmarê jî wezaretê ji bo Hanîfe Arslan bi hinceta reçete daye, di serlêdana hatî kirin de gihaye encama ku derbarê kes de tu qisûrek yan jî binpêkirine nîne.