Ji bo girtina kiryar Mûsa Sevîm bang hat kirin
Mûsa Sevîm li Amedê di kafeyek de Meryem Sevîm bi çekê qetil kir û reviya. Malbata Meryem Sevîm ji bo girtina kujer banga edaletê kir.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Di şeva 12’ê Mijdarê de li kafeyek taxa Dîclekenta Kayapinarê Mûsa Sevîm, Meryem Sevîm (Hêlîn) a ku hevala wê ya berê bû, jê veqetiyabû, bi çekê qetil kir û ji cihê bûyerê reviya.
Heval û malbata Meryemê ji bo kujer were girtin bang kirin.
Kujer hê jî nehatiye girtin!
Piştî êrîşê Meryem Sevîm li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û ji wê rojê ve Mûsa Sevîm hê nehatiye girtin. Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê ku ji bi mijarê re têkildar dibe, ji bo şînê çûn serdana malbatê, serlêdana wan girtin û diyar kirin ku ew ê lêpirsîna were destpêkirin bişopînin. Xwişka Meryem Sevîm Hulya Kurmuş jî ji bo edaletê bang kir û da zanîn ku xwişka wê nêzî salek e ji aliyê Mûsa Sevîm ve hatiye tehdîtkirin û da zanîn ku gelek sabiqayên edlî yên Mûsa Sevîm hene û got: “Tevî vê yekê jî wê digrin û pê re jî berdidin.”
Hulya Kurmuş di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:
“Ev mêrê bi navê Mûsa ji xwişka min re gotiye ‘Yan tu yê ya min bî yan bimirî.’ Di hevdîtina şeva bûyerê de jî teklîfa zewacê lê dike. Dema ku xwişka min dibêje na û red dike, gule bera wê dide. Xwişka min li wê derê jiyana xwe ji dest die. Çi bûbe di nava vê salê de bûye. Berê kesek ku ji Meryemê hez dikir hebû, Mûsa çû gule bera çaqa wî da. Xwişka min ji ber tehdîtên wî reviya hat Antalyayê ba min. Got ez ê cihê xwe jê re nebêjim. Digot ku ew mirov li gorî wê nîn e berê li yekê daye û dûre jî kuştiye. Jixwe gelek cezayên wî hene, berê çend car ketiye girtîgehê û derketiye.”
'Kujer ji deriyek dikevin girtîgehê ji deriyê din derdikevin'
Hulya Kurmuş da zanîn ku kiryar xizmê wan nîn e û got: “Di dawiyê de xwişka min qetil kir. Min jê re gotibû ez ê bi xwişka xwe biparêzim lê negihîştimê. Xwişka min pir li ber xwe da, li dijî wî derket. Serê xwe netewand û teslîm nebû. Wê xapandin birin wê kafeyê. Ji xwişka min re gotiye ‘Biryara te ya dawî ev e’ dûre jî wê kuştiye. Wî mirovî hê jî nehatiye girtin. Bila were girtin û cezayê herî giran bigre. Hemû kesên ji malbata wî di gertîgehê de ne lê ew nayê girtin dema tê girtin jî ji deriyek dikevê ji deriyê din derdikeve. Bila kezeba tu dayikê neşewite êdî. Bila êdî wî bigrin. Beriya ku zirarê bide kesek bila cezayê ku heq dike bigre.”