Ji bo gihîştina hevsengiya civakê pêdivî bi hewldanên yekgirtî hene
Di Roja Tendirustiyê ya Cîhanê de Navenda Lêkolînên Stratejîk a Piştgiriya Jin û Zarokan yekemîn konferansa xwe li dar xist. Beşdarên konferansê bal kişandin ser bandorên şer ên xirab bi taybetî li ser jin û zarokan û diyar kirin ku divê ji bo vê yekê xebat bi hev re werin kirin.
NÛR SIRÎB
Yemen- Ji bo pîrozbahiya Roja Tenduristiyê ya Cîhanê, Navenda Lêkolînên Stratejîk a Piştgiriya Jin û Zarokan 10’ê Cotmehê yekemîn konferansa xwe bi dirûşma "Tenduristiya derûnî armanca me ye" li dar xist." Seroka Navenda Lêkolînên Stratejîk Angela Al-Maamari a ji bo piştgiriya jin û zarokan, di merasîma vekirina konferansê de got: "Divê em bi hev re bixebitin da ku vê rojê vejînin, ne tenê rojekê tevahiya sale. Ji bo ku em ji encamên neyînî yên ku şer bandor li gelek beşên civakê kiriye, mîna zarok, jin, koçber û mirovên xwedî hewcedariyên taybet, dûr bikevin.”
Dosyayên xebatê hatin pêşkêşkirin
Di dema konferansê de, dosyayên xebatê yên ku ji hêla komek bijîjkên tenduristiya derûnî ve hatibûn amadekirin hatin pêşkêşkirin. Konferansê ji bo şopdarên ku girîngî didin tenduristiya derûnî derfet da ku bi navgîniya bernameya zoomê beşdar bibin. Ji derveyî Yemenê, bi taybetî ji Lubnanê, bi serîlêdana zoomê, lêkolînera di warên mirovahî û perwerdekariya malbatê de, Samar Sihyon, bal kişand ser bandorên neyînî yên li ser jinan û asta çalakiya tenduristiya derûnî ya ku bi performansa bandorker a jinan ve girêdayî ye.
Di pêşkêşkirina beşa sêyemîn de, Iftikhar Abdullah Qahtan bandora şer li ser zarokan di warê tenduristiya derûnî de eşkere kir ku vê yekê bandor li ser tevgerên nû yên zarokan di serdema şer û pevçûnan de kiriye. Beşa çaremîn ji hêla endama Komeleya Dayikên Girtiyan a Yemenê, Asmaa El-Raî ve hat pêşkêşkirin. Ew li ser bandorên psîkolojîk ên revandin û windakirina bi darê zorê li ser revandî û windahiyan axivî û diyar kir ku bandorek neyînî li ser malbatên revandî û wendabûyî çêbûye.
Encamnameya mijarên pêşkêşkirî der barê pêşxistina siyaset û prosedurên ji bo pêşxistina tenduristiya giyanî ya li saziyên perwerdeyê bû.
“Şer bandorek neyînî li ser civakê çêkiriye”
Seroka Navenda Lêkolînên Stratejîk a Piştevaniya Jin û Zarokan û psîkolog Angela Al-Maamari di daxuyaniya xwe de ji ajansa me re got: "Îro em Roja Cîhanî ya Tenduristiya derûnî pîroz dikin û welatê me şahidê şerekî dijwar e, êş kişandiye û bandorek neyînî li beşên cuda yên civakê kiriye. Ji ber vê yekê, ji me re bûye wezîfe ku em hewldan û dîtinên di navbera pisporên piştgiriya psîkolojîk û rayedarên pêwendîdar de bikin yek. Di warê tenduristiya derûnî de bi hev re bixebitin da ku stratejiyek neteweyî ya ji hêla hukûmetê ve tê piştgirîkirin û tê de hemû hikumet û bi taybetî ajans ji bo ewlehî û tenduristiya derûnî hewl didin bigihîjin pêvajoyek hevsengiya saxlem û psîkolojîk ji bo kes û civakê.”
Di dawiya konferansê de, pêşniyarên ku di danişînên nîqaşê yên ku li du vekolîna beşan hatin pêşkêşkirin hatin berhevkirin. Hêjayî gotinê ye ku Yemen ji kêmbûna hewcedariyên tenduristiya derûnî û kêmbûna bijîşkên pispor di vî warî de êşê dikşîne ji bilî kêmbûna hişmendiyê.