Ji bo ewlehiya nûçegiyanên jin kampanya “Ewlehiya me nîne”

CFWIJ ji bo ewlehiya nûçegihanên jin bi etîketa #GuvendeDegiliz (Ewlehiya me nîne) dan despêkirin û bang li her kesê kir piştevaniya kampanya wan bikin.

Navenda Nûçeyan - Koalîsyona Nûçegihanên Jin (CFWIJ) li dijî zexta polîsan a li ser nûçegihanên jin ên li pey nûçeyan û tundiya fizîkî kampamyaya îmzeyan dane destpêkirin. Di metna îmzeyan de hate gotin ku ji serê 2021'an ve polîsên Tirk tundî li ser 44 nûçegihanan kiriye, 13 nûçegihanên jin dema li pey nûçeyan bûn hatine destgîrkirin. Di metnê de hat zanîn ku li Tirkiyê her roj polîs tundî li nûçegihanên jin dikin, li gorî daneyên sala 2020'an, tundiya li ser jinan ji sedî 58,82 zêde bûye.
Di deqa daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: ''Li dijî van hemû destwerdanan em CFWIJ ji bo li cem nûçegihanên jin bin, hewl tê dayîn bi destê daraz, dewlet û polîsan tenê werin hiştin, bang li her kesî dikin ku tevlî kampanyaya me ya îmzeyan bibin. Di rewşeke wiha de em dixwazin nûçegihanên jin azad bin û bi ewle bijîn. Bi etîketa #GuvendeDegiliz (Ewlehiya me nîne)destekê bidin nûçegihanên jin, ji bo ku cihêrengiya civakî çêbibe, îmzeyê bidin.''
Wekîlên HDP'ê Oya Ersoy, Tulay Hatîmogullari, Filîz Kerestecîgolu Serpîl Kemalbay, Zeynel Ozen û wekîlên CHP'ê Alî Şke û Turan Aydogan parêzer, aktivîstên jin destek dane kampanyayê.