Ji bo Emîne Şenyaşar ceza hat xwestin

Di doza ku der barê Emîne Şenyaşar de bi hinceta “heqaret li Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP’î kiriye” hat vekirin de, ceza hate xwestin.

Navenda Nûçeyan- Doza “heqaretê” ya der barê Emîne Şenyaşar a ku di dîroka 14’ê Hezîrana 2018’an de hevjîn û du kurên wê li navçeya Pirsûsa Rihayê ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin de hat vekirin, hat dîtin.

Dozgeriyê, der barê Emîne Şenyaşar a bi hinceta "heqaretê li Halîl Yildiz kiriye" li 3'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Rihayê tê darizandin de, mutalaya xwe pêşkeş kir. Dozger, bi îdiaya Emîne Şenyaşar “heqaret” kir, xwest ji 3 mehan heta 2 salan cezayê girtîgehê yan jî cezayê pere yê edlî bê cezakirin.

Li dijî mutalayê wê parastin bê kirin

Piştî pêşkeşkirina muatalayê parêzerê Emîne Şenyaşar Ahmet Taş axivî û ji bo parastina li dijî mutalaayê dem xwest. Parêzer Alî Arslan jî xwest daxwazên wan ên di rûniştina din de hatine kirin bên nirxandin û got ku dê piştre parastina xwe bikin. Heyeta dadgehê, piştî navberê biryar da û danişîn taloqî 20’ê Kanûnê kir.

Der barê wê de 10 doz hatin vekirin

Bi heman sedemên ku dişibin hev, ji 9’ê Adara 2021’ê ku Nobeta Edaletê dest pê kiribû ve heta niha der heqê Emîne Şenyaşar de 31 lêpirsîn hatin destpêkirin û ji van 10 jê veguherîn dozê.