‘Ji bo em pergala talanê rawestînin 1’ê Gulanê em ê li qadan bin’

Seroka Odeya Tebîban Elîf Turan ji bo Mitînga Herêmê ya 1’ê Gulanê ku li Êlihê bi beşdariya 9 bajaran were lidarxistin, banga beşdariyê kir û got: “Ji bo ku em pêşî li vê talanê bigrin û daxwazên xwe bînin ziman em ê wê rojê li qadan bin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Li Kurdistanê 1’ê Gulanê Cejna Karkeran dê bi Mitîngên Herêmî yên li Wan û Êlihê were pîrozkirin. Li Êlihê bi beşdariya 9 bajaran, ji bo mitînga ku dê li Parka Jinan a 8’ê Adarê were lidarxistin, girse li Xaçeriya Turgut Ozal kom bibe û ji wê derê dê bi kortejê bimeşin cihê mitîngê.

Li ser mitînga herêmê em bi seroka Odeya Tebîban Elîf Turan re axivîn. Elîf Turan got ku ew ê ji bo kesên kedkar û yên kedkaran diparêzin dengê xwe bilind bikin û diyar kir ku weke her sal, dê îsal jî di roja 1’ê Gulanê de bi hezaran kesan re bi hev re bin. Elîf Turan da zanîn ku li Amedê jî dê broşuran belav bikin û gel vexwînin mitîngê, piştî daxuyaniya ku roja 1’ê Gulanê bidin dê berê xwe bidin Êlihê û li dijî mêtinkarî û xizaniyê hemû kedkaran vexwînin mitînga 1’ê Gulanê.

‘Vê pergalê nahêle kedkar bêhnê bistînin

Elîf Turan diyar kir ku kedkar ji bo ji vê pergala mêtinkar û bê temînat re bibêjin “bes e” dê li qadan bin û wiha domand:

“Li welatê ku xizanî û krîza aborî zêde û kûr bûye, mercê tu xebatkarek baş nîn e. Mercên xebatê yên li gorî rûmeta mirovahiyê tune ne. Hemû kedkar vê rewşê dijîn. Xebatkarên tendirustiyê her roj vê rewşê dijîn, her roj rastî şîdetê tên an jî neçar dimînin 24 saet nobetan bigrin. Her roj gelek karker bi cînayetên kar dimrin. Karker di rewşeke bê temînat de ne û keda wan tê xwarin. Ji bo pêşerojeke baş û mercên baş ên xebatê em ê li qadan bin. Barê li ser pişta karkeran her diçe girantir dibe. Divê em vê yekê rawestînin. Li her derê Tirkiyeyê kedkar di mercên xirab de dixebitin û bi zorê nan dibin mala xwe. Ev pergal nahêle kedkar nefes bigrin.”

 ‘Zarok jin û penaber weke hêza erzan a kar tên dîtin’

Elîf Turan diyar kir ku keda karker û kedkaran hemû ji bacê re diçe û di bin barekî giran de dieciqin û wiha got:

“Fatûreya vê krîza aborî divê ji kedkaran neyê xwestin. Sînorê xizaniyê her roja diçe zêde dibe. Ev rewş bandorê li ser jin û zarokan dike. Bi taybetî di salên dawî de hejmara ‘zarokên karker’ zêde dibe. Zarok ji bo ji malbatên xwe re bibin alîkar dest ji dibistanê berdidin dixebitin. Bi taybetî jinan û penaberan weke hêza kar dibînin. Divê pêşî li vê yekê were girtin.”

Banga beşdariya mitîngên 1’ê Gulanê

Elîf Turan got ku ên herî zêde dixebitin û dahata herî kêm digrin kedkar in û yên vê rewşê biguherînin ew in û wiha bi dawî kir: “Em ê vê pergalê biguherînin. Em di 1’ê Gulanê de bi van daxwazan li qadan bin. Em ê ji bo kedkar, karker û jinan li qadan dengê xwe bilind bikin.”

Elîf Turan banga beşdariya mitîngên 1’ê Gulanê kir û got: “Bila hemû kedkarên cîhanê bibin h-yek. Em wê rojê li dijî talanê bi hev re bimeşin û bibêjin êdî bes e.”