Ji bo dîtina zarokên Ukraynî yên wenda banga hevkariyê kirin

Pêşnûnameya ku ji bo dîtina zarokên Ukraynayî yên di pêvajoya şerê Ûkrayna-Rûsyayê de winda bûne daxwaza hevkariya navneteweyî tê kirin, ji aliyê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) ve hate qebûlkirin.

Navenda Nûçeyan - Pêşnûnameya ku ji bo dîtina zarokên Ukraynayî yên di pêvajoya şerê Ûkrayna-Rûsyayê de windabûne daxwaza hevkariya navneteweyî tê kirin, di rûniştina Lijneya Giştî ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) de hate qebûlkirin.

Di pêşnûnameya ku bang hat kirin ku ji bo çarenûsa kesên di dema şerê Ûkrayna-Rûsyayê de bi zorê ji cih û warên xwe bûne û zarokên Ukraynî yên hatine windakirin ku li herêmên ji aliyê Rûsyayê ve hatine dagirkirin an jî ji Rûsya û Belarusê hatine veguhestin destwerdanekê lezgîn bê kirin. Hate dest nîşan kirin ku hemû zarokên li Ûkraynayê xwedî sûdwergirtina maf û azadiyên ku bi peymanên navneteweyî hatine garantîkirin in. Her wiha di pêşnûnameyê de bang li civaka navdewletî hate kirin ku ji bo dîtina zarokên Ukraynayî yên hatine windakirin û vegerandina malên wan bi Ukraynayê re hevkariyê bike.

19 hezar û 546 zarok winda ne

Di pêşnûnameyê de li gorî daneyên hikûmeta Ukraynayê hate diyarkirin ku ji 19 hezar û 546 zarokên Ukraynayî yên winda tenê 388 zarok vegeriyane malên xwe. Hevjîna Serokê Dewleta Ûkraynayê Volodymyr Zelenskiy Olena Zelenska, di Lijneya Giştî ya bi bi rêya video konferans tevlîbû de, hêviya xwe ya ku Rûsya neçar bê hiştin der barê nav û cihê zarokên mijarê gotinê de agahiyan bide anî ziman.