Ji bo derzîlêdanê dê li Xezayê pevçûn bi demkî rawestin

Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê piştî ku li xezayê bûyerên felca zarokan tesbît kir dê ji 1’ê Îlonê pê ve ji bo derzîladanê hinek navber ji pevçûnan re were dayîn.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê, ji ber ku piştî 25 salan li Filistînê bûyerên felca zarokan hatin tesbîtkirin dê ji 1’ê Îlonê pê ve bi awayê qismî navber ji pevçûnan re were dayîn.

Nûnerê Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê yê Herêma Filistînê Rîk Peeperkorn, di civîna çapemeniyê ya li Navenda Giştî ya NY’ê de diyar kir ku ‘navbera mirovî’ ya ku ji bo pevçûnan were dayîn, bi awayê periyodîk ên 3 rojan, li Xezayê li 3 herêmên cuda were pêkanîn.

Dê navber ji pevçûnan re were dayîn

Li gorî daxuyaniyê, xabata yekem a 3 rojan ji bo derzîlêdanê di 1’ê Îlonê de dê ji navenda Xezayê dest pê bike û bi dorê li Başûr û Bakurê Xezayê wê berdewam bike. Li herêmên ku derzîlêdan çêbibin, tê plankirin ku her roj 8 an jî 9 saet navber ji pevçûnan re were dayîn. Ji bo 614 hezar zarokên ji 10 salî biçûktir ên li herêmê dê du car derzîlêdana felca zarokan pêk were.

Îsraîlê ji bo hinek herêmên diyarkirî pejirand

Berpirsyarê medyaya Hamasê yê Lubnanê Velîd Kilanî, diyar kir ku rêveberiya Îsraîlê ji bo derzîlêdana felca zarokan nepejirandiye ku tevahiya Zîvala Xezayê pevçûnan rawestîne, tenê li hinek herêmên diyarkirî vê navberdayîna bevçûnan pejirandiye. Velîd Kilanî, da zanîn ku vê yekê ji rayedarên NY’yê re hatiye ragihandin û diyar kir ku Hamasê vê pêşniyarê pejirandiye.