“Ji bo derxistina edaleta dibinê erdê de dixebitim”
Serdanên ji bo piştgiriya çalakiya Emîne Şenyaşar berdewam dikin. Îro jî dayikên Aştiyê yên Mêrdînê çûn serdana Emîne Şenyaşar û diyar kirin ew nobedariya wê watedar dibînin.
Riha - Nobedariya “Edaletê” ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku li ber Edliyeya Rihayê dest pê kiribûn di roja 20’emîn de didome. Meclisa Dayikên Aştiye ya Mêrdînê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) serdana Emîne Şenyaşar kirin û peyamanên piştgiriyê dan. Emîne Şenyaşar, ji mêvanên xwe re diyar kir ku ji ber tunebûna edaletê ew nobedariyê dike û wiha got: “Edalet di bin erdê de ye. Ji bo xweliya ji ser edaletê bavêjim, bi rojan e li vir rûdinêm. Hê jî malbata Yildiz gefan li me dixwe. Edalet li ku ye? Heta ku edalet pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Piştî Emîne Şenyaşar ji Meclisa Dayikên Aştiyê Perîhan Altug axivî û ev peyam da: “Em jî heta dawiyê edaletê dixwazin. Divê ji bo dayika Emîne edalet bi cih were. Ji bo her kesê edalet pêwîst e. Tiştek bê edalet nabe. Bê edalet kes nikare bijî. Ji bo hemû gelan edalet pêwîst e. Em ê heta dawiyê şopdarên rastî û edaletê bin. Em aştiyê dixwazin ne şer. Me her aştî xwestiye. Bila êdî dayik negirîn û ev şerê qirêj bi dawî bibe.”
Piştî axaftinê dayik û aktîvîstên TJA’yê ji bo demekê li cem Emîne Şenyaşar rawestiyan û piştre ji Rihayê derketin rê.