Ji bo cangoriyên di komkujiya Parîsê merasîm tê lidarxistin

Ji bo endama Konseya Rêveber a KCK'ê Emîne Kara (Evîn Goyî), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdûrrahman Kizil ên li Parîsê hatin qetilkirin, merasîma oxirkirinê tê lidarxistin.

Navenda Nûçeyan – Di 23’ê Kanûna 2022’an de li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê êrîşeke plankirî pêk hat. Di encama erîşê  de pêşenga Tevgera Jinên Kurd Evîn Goyî (Emîne Kara), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer û Welatparêz Abdurahman Kizil jiyana xwe ji dest dan. Emîne Kara, Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û Abdûrrahman Kizil ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve li Vîllers-le-Belle ya Parîsê bi merasîmeke bi heybet têne şandin.

Cenazeyên ku ji Saziya Tip a Edlî ya Parîsê hatin wergirtin, bi konvoyê ber bi qada Palace de Villiers Platzê ve hatin şandin ku merasîm lê tê lidarxistin. Nûnerên gelek saziyên Kurdan, siyasetmedarên Kurd li salona merasîmê amade ne.

Li gel wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên PKK-PAJK, KJK-KCK, TJK-E-KCDK-E, TJK-F-CDK-F, TEV-ÇAND û çeleng li salona merasîmê hatin danîn.