Ji bo çalakvana mafê zarokan Zehra Sayadî bang: Bila tavilê bê berdan!

Çalakvanên mafên mirovan ên Îranê bi peyamekî vekirî ji bo Zehra Sayadî ya li girtîgeha Evînê girtî ye û li hemberî nexweşiya pençeşêrê têdikoşe bang kirin ku bi lezgînî bê berdan.

Navenda Nûçeyan – Çalakvana mafê zarokan Zehra Sayadî ya li Girtîgeha Evînê ya li Îranê tê girtin, ruxmê pirsgirêkên xwe yê cidî yê tendirustiyê jî nayê berdan. Çalakvanên mafên zarokan ên li Îranê ji bo berdana Zehra Sayadî peyamekê ku 50 îmze tê de cih digrin weşand. Di peyamê de hat gotin, “Çalakvana mafê zarokan Zehra Sayadî rûxmê ku li hemberî pençeşêrê têdikoşe ev 2 sal in li girtîgehê ye. Tenê ji bo seansên kemoterapî û enjeksiyonên dermanan destura tibî jê re hat dayîn.”

‘Jiyana wê di metirsiyê de ye divê bê şert bê berdan’

Di peyamê de bal lê hat kişandin ku ji ber nexweşiya wê jiyana Zehra Sayadî di metirsiyê de ye û hat destnîşankirin ku ew nikare rojek din jî li girtîgehê bimîne. Di peyamê de wiha aht gotin: “Em komek çalakvanên zarok in ku bûn şahidê hewldanên bê rawestan a Zehra Sayadî ji bo zarokan, bi taybetî jî ji bo bidestxistina mafê zarokên hatine jibîrkirin ên Sîstan û Belucistanê ku belgeya wan a zayînê nîne. Em dixwazin rêhevala me ya heqîqî Zehra tavilê û bê şert bê berdan.”

Zehra Sayadî di 31’ê Gulanê de hat girtin

Zehra Sayadî ya çalakvana mafê zarokan de di Kanûna 2018’an de li bajaroka Andisheh a Tehranê hat girtin û li dadgeha taybet a oldarên Tafhimê hat darizandin. Heyanî meha Çileyê ya sala 2019’an ku darizandina wê berdewam dikir bi kefaletê hat berdan. Herî dawî bi hinceta ku av, xwarin û cilên germ daye protestogerên kolanê bi sûcê xirabkirina pergala giştî salekî cezayê girtîgehê lê hat birîn.

 Ruxmê ku Zehra Sayadî sûcdarkirinan qebûl nekir û biryarê protesto kir cezaya wê hat erêkirin. Di 30’ê Gulanê de biryar hat erêkirin û bi rêka telefonê jê re hat gotin. Di 31’ê Gulanê de wê veguheztin girtîgeha Evînê. Zehra Sayadî ya welatiyek e ku li Tehranê dijiya û mezûna wêjeyê ye beriya bê girtin ji bo mafê zarokên ku dê û bavên xwe wenda kirine têdikoşiya, ji bo zarokên bê belge û dayîkan beşdarî perwerdeya xwendin û nivîsandinê dibû.