Ji bo bîranîna Zeynep Kinaci li Şehbayê panel hat lidarxistin

Bi munesebeta salvegera 29'emîn a çalakiya fedayî ya Zeyneb Kinaci (Zîlan), li Şehbayê panel hat lidarxistin.

Şehba – Bi dirûşma "Tecrîda ku li ser jinan li hemû deran tê meşandin wê bi heqîqetê bê şikandin" Ofîsa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Efrîn-Şehba bi boneya salvegera 29'emîn a çalakiya fedayî ya Zeynep Kinaci (Zîlan) ku yek ji pêşengên artêşbûna jinên Kurd e, panelek diyalogê li hola navçeya Fafîna kantona Frîn-Şehbayê li dar xist.

Nûnerên jin ji hemû saziyan beşdarî panelê bûn. Panelê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û sînevizyonek hat temaşekirin.

Paşê ji aliyê endama TEV-DEM'ê Efrah Elî ve bendên panelê ku tê de wateya şehadetê, nameya pakrewanên çalakiya meha Hezîranê û peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji çalakiyên fedayî re hat xwendin. Panel bi pirs û nîqaşan berdewam kir.

'Em bi nêrîna jinan projeya bîrdoziya rizgariya jinan dinirxînin'

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Efrîn-Şehbayê Şêrîn Hesen ji ajansa me re axivî û got: "Bi boneya salvegera şehadeta Zîlan, Sema Yuce û Gulan, me xwest em panelek li dar bixin û tê de wateya pakrewanî û şehadetê bînin ziman. Her wiha em ê bi çi rêbazê layîqî pakrewanên xwe bin. Rêber Apo di sala 1998'an birdoziya rizgariya jinan pêşkêşî hemû jinên cîhanê kir ku bi bîrdoziya xwe îrade û hebûna xwe îsbat bikin. Di nava sîstema desthilatdariyê de rol û hebûna jinan hatibû îmhakirin û tenê misyona mêr li holê hebû.

Li dijî vê zihniyetê bi projeya Rêber Apo îro jin li kolanan û qadan in û bi azadiya xwe bang dikin. Bi rêya vê panelê me xwest bi nêrîn û teoriya jinan, em projeya bîrdoziya rizgariya jinan binirxînin. Her wiha çawaniya şikandina kesayeta mêrê klasîk. Armanca me bi vê panêlê ew e ku em zêdetir rêxistina jinan di nava saziyan de xurt bikin û rola wan a rast derxin holê ku bi saya xwîna pakrewanan ev proje heya niha berdewam dike."