Ji bo bîranina Sekîne Cansiz û hevalê wê li Şehbayê meş

Kongra Star a herêma Efrînê bi meşekê Sekîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan li Şehbayê bi bîr anîn.

 
Şehba- Bi boneya salvegera şehadeta Sekîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ku di 9'ê Çileya 2013'an de bi kompkloyek namedane li paytexta Frensayê Parîs hatin qetilkirin, Kongra Star a herêma Efrîn meşek di bin dirûşmeya "Ji bo azadiyê em li ser piyan e û serkeftin a jina ye" bi tevlîbûna hemû sazî û dezgehên Rêveberiya xweser û şêneyên herêma Efrînê li dar xist. Meş ji navçeya Ehrezê despêkir û heya Şehîdlika navçeyê dewam kir. Beşdaran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Sakîna Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan û alên Kongra Star hildan. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo cangoriyên azadiyê, endama saziya Malbatên Şehîdan Sûreya Hebeş li ser navê Kongra Star axivî.
"Ji ber ku azadîxwaz bû hatin hedef girtin"   
Sûreya diyar kir ku armanca dewleta tirk a dagirker ew e ku siyasetmedarên kurd hedef bigre û wiha got: "Em salvegera her sê hevalên tekoşer bi bîr tînin û bejina xwe li hemberî wan ditewînin û em dibêjin hûn namirin hûn her tim di dilê me de jiyan dikin. Li dewleta Frensayê her sê hevalên siyasetmedar hatin hedefgirtin ji ber ku azadîxwaz bûn û canê xwe ji bo welat feda dikirin. Leyla ji destpêka jiyana xwe ve di nava Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK'ê) de bû."
Endama Tevgera Civaka Demokratîk Tev-Dem Şêrîn Hesen da zanîn ku ji bo bîranîna şehadeta Sekîne Cansiz û hevalên wê ew îro daketine qadan û wiha pê de çû: "Em bejina xwe li hemberî hemû Şehîdên doza azadiyê ditewînin. Em ê ji bo azadiya Rêber Apo her tim li qadab bin heya ku em Rêberê xwe di nava xwe de dibînin, ji ber ku azadiya Rêber Apo azadiya hemû jinan e."