Ji bo bîranîna Hevrîn Xelef li Helebê semîner hat dayîn

Bi boneya salvegera duyemîn a bîranîna sekertera giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya bajarê Helebê semînerek li dar xist.

Bi boneya salvegera duyemîn a bîranîna sekertera giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef  Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya bajarê Helebê semînerek li dar xist.
Heleb- Di dîroka 12’ê Cotmeha 2019’an de li ser riya M4 ji aliyê komên çete yên girêdayî dewleta tirk a dagirker ve sekretera giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef hat hedefgirtin. Bi boneya salvegera duyemîn a şehadeta wê Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya bajarê Helebê semînerek di bin dirûşma “Bi têkoşîna Hevrîn Xelef em ê dagirkeriyê têk bibin û aştiyê ava bikin” li dar xist. Di semînerê de bi dehan siyasetmedar, endamên sazî û dezgehên sivîl amade bûn. Semîner li hola civînan a MSD’ê ku dikeve taxa Şêx meqsûd Şerqî hat lidarxistin. Hola civînê bi wêneyên şehîdan û alên Partiya Sûriyeya Pêşerojê hatibû xemilandin. Semînerê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir paşê ji aliye rêvebera Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya bajarê Helebê Xalîde Ebdo ve axaftin hat kirin. 
“Hevrîn Xelef sembola jinên têkoşer e”
Xalîde bal kişand ser jiyana şehîd Hevrîn Xelef û wiha dest pê kir; “Îro bîranîna sala duyemîn a şehadeta Hevrîn Xelef e. Şehîd Hevrîn Xelef di ancama hedefgirtina wesayîda wê ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve li ser riya di navbera Minbic û Qamişloyê de şehîd ket. Hevala Hevrîn li bajarê Dêrikê di sala 1984’an de ji dayik bûye, di sala 2009’an de li zanîngehê beşa endezyarî bi dawî kir û bewarnemeya xwe girt. Dest bi karê xwe yê ramyarî ji destpêka şerê Sûriyeyê ve pê kir û hemû dema xwe ji bo xizmeta saziyên mirovî derbas kir. Hat hilbijartin ji bo sekerteriya giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê ku di 27’ê adara sala 2018’an de hatibû danezirandin. Hevrîn Xelef sembola jinên têkoşer e her tim hewl dida çareseriyek ji bo rewşa Sûryêyê ku 8 sal bû di nav şer û pevçûnan de bû bibîne.”
Xalîde teqez kir ku wê li ser riya wê bimeşin heta pêkanaîna xewn û xeyalên şehîd Hevrîn û wiha bi dawî kir: “Ev bû du sal yasemîna Sûriyeyê sembola aştiyê û aramiyê şehîd Hevrîn Xelef di dilê me de her tim dijî tu carî nayê jibîrkirin. Ji aliyê Ehrar El Şerqiyeyê ve hat hedefgirtin. Her kes dizane ku dewleta tirk piştgiriya wan dike. Di sala 2019’an de bi navê Nebî El Salam bî şê berevajî wê bû ew çemê xwîn û xirabiyan bû. Şehîd Hevrîn Xelef ji malbateka welatparêz bû. Her tim hewl dida yekbûna Sûryeyê pêk bîne û wekheviyê bixe navbera her du zayendan ew jineke pir demokrat bû. Em ê xeyalên wê pêk bînin heta ku em bigihîjin Sûriyeya azad.”
Piştî axaftinê sînevîzyonek li ser jiyana wê hat pêşkêşkirin.
“Em ê armanca Hevrîn Xelef pêk bînin”
Jina bi navê Cîhan Mihemed a ku tevli semînerê bû nêrîn û hestên xwe bi ajansa me re parve kir û wiha got: “Di serî de di şexsê şehîd Hevrîn Xelef de hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin û soza bilindkirina têkoşîna wan didin. Îro salvegera duyemîn a şehadeta wê ye em di vê salvegerê de dibêjin ku em hemû jinên Sûriyeyê dê li ser şopa wê bimeşin heta ku em armanca wê pêk bînin. Rast e Hevrîn hat hedefgirtin lê fikrên ku li ser dimeşiya ji bo Sûriyeyeke wekhev heta heta wê hebin û bi hezaran jin wê li ser bimeşin û belav bikin.”
“Tirsa dijmin ji hêza jinên siyasetmedar heye”
Endama Partiya Sûriyeya Pêşerojê Suheyla Birîm diyar kir ku bi kar û xebata xwe wê bikaribin tola Hevrîn hildin û wiha got: “Şehadeta Hevrîn ji bo Sûriyeyê giştî windahiyek mezin bû. Ji ber ku şehîd Hevrîn jinek bû banga yekitiya axa Sûriyeyê dikir. Bi hedefgirtina Hevrîn Xelef dixwestin derbe li kar û xebata jinên siyastmedar bidin. Ev tiştên pêk tên hemû plankirî ne ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve ne. Ji ber ku tirsa wan ji hêza jinan heye lewre jinên Kurd di tevahî cîhanê de bi têkoşînê xwe dan îsbatkirin.”