Ji bo bîranîna cangoriyên fermanê jiyan hat rawestandin
Li Şengalê ji bo bîranîna kesên di 9’emîn salvegera Fermana 74’an de hatin qetilkirin, saet di 10.00’an de jiyan 5 deqîqeyan hate rawestandin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/08/20230803-3-8-2023-li-seranseri-sengale-ji-bo-sehiden-fermane-5-deqe-jian-rawestiya-3-jpg4c1b1e-image.jpg)
Şengal – Li ser Fermana 74’an a 3’ê Tebaxa 2014’an ku çeteyên DAIŞ’ê birin ser civaka Êzidî 9 sal bihûrî. Li Şengalê çalakiyên bibîr anîna kesên ku di fermana 74’an de hatin qetilkirin berdewam dike. Îro saet di 10.00’an de jiyan 5 deqîqeyan hate rawestandin. Li hemû gund û komelgehên Şengalê çûn û hatina wesayîtan, kar û xebatên rojane, liv û tevgera jiyanê hate rawestandin.
Li Xanesor, Sinûnê, ser reya Duhola û li navenda Şengalê bi pêşengiya sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û bi beşdariya gel bi awayek girseyî çalakiya rêzgirtinê hate girtin. Li gund û komelgehên din jî li ber deriyê meclîsên gel şehîdên fermanê hate bîranîn û jiyan hate sekinandin. Kesên tevlî çalakiyan bûn, diyar kirin ku ev roja reş û xiyaneta ku li civaka Êzidî hatiye kirin divê ti carî neyê ji bîr kirin.