‘Ji bo azadiya me hevkariya di nava rêxistinên jinan de giring e’

Jinê ku bejdarî konfaransa li Beyrûtê hatî li darxistin bûne, bal kişandin ser giringiya avakirian tora di nava femînsîtan de û gotin: “Ji bo jinên herêmê bigihin azadiya xwe hevkariya di nava rêxistinên jinan de giring e.”

ZOUHOUR MECHERGUI

Beyrut – Di 18-19’ê Tebaxê de li Beyrûta paytexta Lubnanê Konfaransa Tecrûbeyên Tevgerên Jinên Navnetewî ya  jinên Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqa bi pêşengtiya  Komeleya Jîn a Jinan, Komeleya Newroz a civakî û Însiyatîfa Nûn ya ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve bi dirûşmeya ‘Li Ser Şopa Jin Jiyan Azadî’ hate li darxistin. Nûnera partiya Yekitiya Demokratîk ya Lubnanê Mayada Arabo, endama koalisyona Nada Angela Al-Maamari ku bejdarî konfaransê bûbûn der barê konfaransê de nirxandin kirin.

‘Ezmûnên tevgera Feminîst hate teyîsandin’

Nûnera partiya Yekitiya Demokratîk ya Lubnanê Mayada Arabo da zanîn ku daxwaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya azadî û wekheviyê hatî parvekirin ji bo ezmûnên jinên cûda yê feminist hate teyîsandin û di konfaransê de bal hat kişandina li ser pirsgirêkên jinên Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqa û wiha got: “Bal hat kişandina ser bê edaletiya ku civak jiyan dikin. Ez bang dikim ku tifaqek herêmî were avakirin. Jin dixwazin Rêber Abdullah Ocalan bi awayek fizîkî azad bibe. Binçavkirinên ku ji aliyên rayedarên Tirk ve tên pêkanîn, pêkanînek ku ji derveyî zagonane û xizmetê ji bo berjewendiyên xwe ên siyasî dike û dûrî mirovatiyê ye.”

‘Em hewl didin bingehê hevkariya nasnameya Kurd û yên din berfireh bikin’

Çalakvana Yemenê Angela Al- Maamarî amaje bi vê yekê kir ku di konfaransê de ji bo jin azad bibin tevgerên jinên li herêmê û Bakûrê Afrîqa ezmûnên wan ên cûda giring e. Ezmuna şoreşa Rojava ezmûnek bê hempaye. Angela Al-Maamari bi bîrxist ku zanîna ezmûna Bakûr û Rojhilatê Sûriye, ji bo destpêka şoreşa femînîst wê bibe destpêkek ya motivasyonê û da zanîn ku hewldidin  bingehê hevkariya nasnameya Kurd û yên din berfireh bikin.

‘Divê jinên Yemen bi awayek çalak bejdarî muzekereyan bibin’

Angela Al-Maamari diyarkir ku ji ber pevçûnên li Yemenê berdewam dike acîl pêwîstî bi pêkanîan biryara 1325 ya Netewên Yekbûyî NY heye û wiha got: “Divê di pevçûn û binpêkirinên ku bûye sedemê wê parastina jinan û yekineyên jinên ku bi parastinê ve eleqeder dibin were avakirin û divê bi awayek çalak bejdarî muzakereyan bibin. Jinên Yemen ji salên 70’an heta niha li çeperê herî pêş yê sahneye cih digrin.  Lê belê bi salane di her qadê de di bejdarbûnê de em bûn şahide kêmbûnê, ew ji mafên xwe hatin bê par hêlan û di destê otorîterê de wek amurekê lê hatin û ezmûnên xwe ên herî zehmet jiyan kirin.”

‘Divê hewla jinên Kurd minak bigrin’

 Angela Al-Maamari destnîşan kir ku ew şerê ku ev nêzî deh salane berdewam dike welat westandiye û wiha got: “Jinên Kurd ji bo parastina mafê xwe û li beramberî aliyên di nava pevçûnên de hewldana gihandina azadiyê di aliyê me de rewşe ku were mînak girtine. Di nava femînîstan de em giringiya avakirina torê tinin ziman. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan ji bo jinê li herêmê xwe bigihînan azadiya negihayînê hevkariya di nava rêxistinên jinan de giring e.”