Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşa ciwanan didome

Jin û ciwanên Kobanê ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev du roj in li ser piyan in, diyarkirin ku wê pêşengiya şikandina pergala Îmraliyê bikin.

Kobanê- Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger yên kantona Firatê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” li dijî komploya 9’ê Cotmehê, ev du roj in dimeşin.

Jin û ciwanên ku ev du roj in li ser piyan in, ji navçeya Çelebiyê ya bajarê Kobanê dest bi meşê kirin  û wê siba di 7’ê Cotmehê de li bajarê Kobanê bi dawî bibe. Meşa ku di bin silogana “Bi rihê ciwanên Apoyê ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” hatiye birêxistinkirin bi berzkirina diruşmên “Bê serok jiyan nabe” û “Jin Jiyan Azadî” gund bi gund derbas dike û ber bi Kobanê ve diherike. Meşa ku di roja duyemîn de ji gundê Bîra Avdo destpê kir dê li beldeya Şêranê bi dawî bibe.

‘Em berpirsyarên xwe yên li hember Rêber Apo pêk bînin’

Fatma Osman a ku beşdarî meşê bibû diyar kir ku ewê bi rola xwe ya şagirtiyê rabin û got: “Ev 26 sal in  Rêber Apo di nava pergaleke qirkirin û işkenceyê de dijî ku hêzên serdest yên xwe li ser ked mirovan û tunekirina civakê didin jiyankirin, komployeke navdewletî pêk anîn. Li dijî vê siyasetê weke jin û ciwan ku em xwe şagirtên Rêber Apo pênase dikin ser piyan in û bê navber ji bo hilweşandina pergala Îmraliyê têdikoşin. Pêvajo gelek dijwar e û pêdiviya wê bi çareseriya Rêber Apo heye, ji xwe ew di hişmendiya xwe de azad e û emê jî fîzîka wî azad bikin.”