Ji bo azadiya Derhêner Nîgar Mesudî 2 miliyar tumen
Ji bo berdana derhêner û wênekêş Nîgar Mesudî ya ji ber li Esfehanê dozên jinên rastî êrîşa asîtê hatine dişopand hatî girtin 2 miliyar tumen xwestin.
Navenda Nûçeyan - Derhêner û wênekêş Nîgar Mesudî ya ji sala 1996’an heya niha li Esfehanê doza jinên rastî êrîşa asîtê hatine dişopîne. Heta niha li Esfehanê gelek êrîşên asîtê li ser jinan hatine kirin lê heta niha kes ji ber wan êrîşan nehatine darezandin û girtin. Nîgarê jî hewildida bi xebatên xwe bêmafiya ku di van dozan de tê kirin bide dîtin. Herî dawî ragihandibû ku dê li ser jiyana Merziye Îbrahîmî ya ku piştî nîqaşên hîcabê li Esfehanê ji aliyê kesên nasnama wan nediyar ve rastî êrîşa asîtê hatî belgeselekê çêke.
26’ê mijdara 2020’an ji aliyê rejîma Îranê ve hat binçavkirin û birin Kouşa A ya Girtîgeha Evînê. Rojadinê jî ji wê sewqî Navenda Binçavkirinê ya Îstixbaratê û li wê bê ku sedemê wê diyar bikin girtin. Dema hat girtin li malê geriya û malbat agahdar kir ku hatiye girtin.
9’ê çileyê bi kefaleta 2 miliyar tumen hat berdan.