Ji bo azadiya Abdullah Ocalan kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin

Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kampanyaya komkirina îmzeyan da destpêkirin. Îmze dê ji YE’yê re werin şandin.

Navenda Nûçeyan-Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro bi daxuyaniyekê kampanyaya komkirina îmzeyan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ragihand. Daxuyanî li Stada Şehîdên 12’ê Adarê ya li Qamişloyê bi beşdarbûna bi dehan şêniyan, endamên saziyên sivîl, rêxistinên jinan, saziyên hiqûqî û şêx û rûspiyên eşîran hat dayîn.

Daxuyanî bi Kurdî û Erebî ji aliyê endamên însiyatîfê Silêman Ehmed û Nuha Omer ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi pêvajoyên Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat kirin û tecrîd û pergala îşkenceyê ku dewleta Tirk li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê pêk tîne hat destgirtin û wiha hat gotin:

"Ruxmî ku Konseya Yekitiya Ewropayê, Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) û Parlamantoya Ewropayê, tevahî deste û rêxistinên mafên mirovan û Danezana Cinêvê û Rêgezên Nelson Mandela banga pêkneanîna binpêkirinan di doza Rêber Apo de dikin jî dewleta Tirk binpêkirinên xwe yên dermirovî li dijî wî didomîne û di siyaseta hişk de îsrar dike.

‘Dewleta Tirk tecrîda mutleq li dijî Rêber Ocalan pêk tîne’

Ruxmî mercên dijwar ên li girtîgeha Îmraliyê jî desthilatdariya Tirk biryarên Desteya Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan binpê dike. Li gorî van biryaran nabe tu dewlet girtiyek ji hevdîtina malbat û muwekîlê xwe herî kêm 14 rojan qedexe bike lê dewleta Tirk li pêşiya çav û guhên wan desteyan ji zêdetirî 13 salan ve polîtîkaya tecrîda mutleq li dijî Rêber Ocalan pêk tîne. Nahêle malbat û parêzer wî bibînin. Her wiha agahiyên der barî wê de vedişêre. Hevdîtina dawîn a bi parêzerên wî re 7’ê Tebaxa 2019’an bû. Hevdîtina herî dawî ya rû bi rû bi birayê wî re bû di 3’yê Adara 2020’î de pêk hatibû. Her wiha pêwendiya herî dawî ya bi riya telefonê ku 5 deqe derbas nekir di 25’ê Adara 2021’ê de bû.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk daxwaza Komîteya Mafên Mirovan a NY’yê ya 6’ê Îlona 2022’yan de kiribû bê bersiv hişt ku banga têkildayîna demildest bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike. Her wiha hat destnîşankirin ku der barê rapora CPT’yê de tu daxuyanî nedaye.

Bang li rêxistinên navneteweyî hat kirin

Daxuyanî wiha berdevam kir: "Tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û azadxwazên cîhanê ji ber nedayîna agahiyan der bare rewşa tenduristî ya Abdullah Ocalan de bi fikar in.

Li ser vê yekê em dest bi kampanyaya komkirina îmzeyan dikin. Armanc bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya wî ye. Baweriya me bi girîngiya rola Konseya Yekiriya Ewropayê heye ku dikare Tirkiye wekî endameke desteya NY’yê neçar bike ku biryarên desteyê pêk bîne. Em bang li tevahî rêxistinên navneteweyî û desteyên mirovî dikin ku rola xwe di rola xwe di doza Rêber Ocalan de pêk bînin, dawî li tecrîdê bînin û azadiya wî ya fizîkî pêk bînin."

Di dawiya daxuyaniyê de dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.