Ji bo axaftina bi telefonê şert li girtiyan tê ferzkirin

Parêzer Esmer Ozer diyar kir ku li girtîgeha Amedê jinên girtî rastî lêgerîna hûrgûlî tên û got: "Heya girtî ekrana ku li ser dinivise 'ger ev axaftin derkeve derve dê sêpan bê kirin' erê nekin nikarin bi telefonê hevdîtinê bikin."

MEDİNE MAMEDOGLU

Amed- Navenda Mafê Jinan ya Baroya Amedê, çû girtîgeha jinan ya Amedê, hevdîtinên bi girtiyên jin re kir rapor. Parêzeran ji girtiyan pirsgirêkên ku girtiyên jin jiyan dikin û binpêkirinên tê jiyan kirin guhdar kirin. Di raporê de bal kişand ku tecrîda ku li girtîgehê heye li her qadê dijwartir bûye. Di raporê de cih hat dayîn ku girtiyên jin rastî gelek binpêkirinên mafan ên weke tendirûstî, jiyana civakê, paqijî, xwarin, derketina hevdîtin, axaftina bi telefonê û peydakirinên tiştên tên kantînê, tên . Derbarê rapora ku piştî serlêdanê hatî amadekirin ji parêzerên navendê Esmer Ozer got: “Girtî mehkumî şertên tecrîdê tên kirin.”

Esmer Ozer da zanîn ku li dijî pirsgirêkan pêkanîna mekanîzmayên pêwîst û bi navê ku binpêkirinên li cihê wê were tesbîtkirin serdanek wisa kirine û da zanîn ku di hevdîtinên pêkanîne de cih hat dayîn ku pirsgirkên ku girtiyên jin dijîn, pirsgirêkên ku ji demê borî heta niha tên jiyan kirin e. Esmer Ozer hûrgûliyên raporê û binpêkirinên mafan ji ajansa me re anî ziman û destnîşan kir ku li dijî binpêkirinan bi serdozgeriyê re hevdîtinek pêk anîne.

‘Di nava qatan de lêgerînên bi hûrgûlîtîr tên kirin’

Esmer Ozer destnîşan kir ku di destpêka pirsgirêkên herî mezin ya girtî jiyan dikin sepandina lêgerîna tazî heye û diyar kir ku ev polîtîka li ser girtî û xizmên girtiyan tê pêkanîn. Esmer Ozer da zanîn tevî giliyên girtiyan ev pêvajo gihiştiye rewşekî kronik û wiha got: “Li girtîgehan di ketin û derketinê de girtî di her qadê de tevî  zabita heye jî rastî lêgerîna tazî tên. Jinên girtî di derbaskirina qatan de jî rastî lêgerîna bi hûrgûlî tên. Ev ji bo wan pirsgirêkek gelek cidî ye. Yek ji asta vê pirsgirêkê jî ew e ku xizmên girtiyan yên diçin hevdîtina girtiyan rastî lêgerîna tazî tên. Malbatên gelek kesan piştî ku rastî van muameleyan tên, naxwazin cardin biçin girtîgehê. Ev ji bo wan dibe sedemê îzolasyon û tecrîdek din. Ji derveyî vê di xwarinan de bi jehrketina giştî, cardin me zanîn ku di xwarinan de tiştên cûda derketine. Hate îfadekirin ku her tim ev pirsgirêk berdewam dike. Cardin kesên ku li wê derê xwarinên wan ên taybet hene anîn ziman ku nagihin xwarinên têrker.”

‘Girtî hevdîtina bi telefonê bi şert pêktînin’

Esmer Ozer anî ziman ku girtî di mijara pirtuk û nameyan de rastî binpêkirinên cidî tên û agahî da ku gelek caran nameyên bi Kurdî nagihijin girtiyan. Esmer Ozer da zanîn ku di wateya civakî de qadên girtiyan hatiye sînordarkirin, girtî di her qadên girtîgehê de jiyanek di bin tecrîdê de derbas dikin.

Esmer Ozer got ku hevdîtina girtiyan a bi malbatan re bi şertan ve hatiye girêdan û ev tişt got: “Di hevdîtinên telefonan de di demên dawî de ekrana ku li ser dinivise 'ger ev axaftin derkeve derve dê sêpan bê kirin' erê nekin nikarin bi telefonê hevdîtinê bikin heye. Gelek rêyên kêm yên ku girtî binpêkirinên ku di hindir de jiyan dikin bînin ziman hene. Yan bi riya parêzeran yan jî bi rêya xizmek wan ên ku hevdîtina bi telefonê dikin re vê tînin ziman. Ev sîstema ekranê ya mijara gotinê, hemû tiştên ku di hindir de tê jiyankirin li ser were girtin û di vê xalê de seknek ku gefan li girtiyan dixwin nîşan dide. Girtiyên edlî jî derbarê van pirsgirêkan de agahî dan.”

‘Berhemên kantînê gardiyan û îdareya girtîgehê digrin’

Esmer Ozer da zanîn ku girtî di xwegihandina berhemên kantîn û paqijiyê de pirsgirêkên cidî jiyan dikin, bal kişand ku berhemên ku jin digrin hertim tê raporkirin û wiha got: “Derbarê kantînê de anîn ziman ku gelek pirsgirêkên cidî tên jiyankirin. Hejmarek sînordarkirî berhem tên kantînê. Di nava berhemên tên kantînê de me zanîn ku berhemên divê taybet ji bo girtiyan be, ji ber ji derve bi nirxek guncaw tê firotin, personelên îdarî û gardiyan destpêkê xwe digihînin wan berheman. Ji derveyî van berhemên xirab û bê kalite ji girtiyan re dimînin. Ji derveyî vê cûrên berhemên hatine ji ber gelek sînordar e, dibe sedem ku di girtiyan de pirsgirêkên tendirûstiyê yên weke reaksiyonên alerjik derbikeve. Em dibînin ku mirov bi awayê spesifik neçarî bikaranîna hinek berheman dike. Di heman demê de pêwistiyên jinan yên jîlêt jî girêdayî raporê hatiye kirin, di vê mijarê de em dibînin ku xwegihandina jinan ya berhemên paqijiyê hatiye sînordarkirin.”

‘Girtî mehkumî şertên tecrîdê tên’

Esmer Ozer bi bîrxist ku li dijî binpêkirinên heye wê gavên pêwîst yên hiqûqî bavêjin û wiha got: “Derbarê van mijaran de girtî bi rêya gelek gilî kirine. Tu vegerek ya van serlêdanan çênebûye. Ev serlêdan yan tên dirêjkirin yan jî tên redkirin. Ji ber vê girtî mehkumî şertên tecrîdê tên kirin. Weke navend me li dijî van binpêkirinan rapor amade kir, me biryar girt ku em dest bi pêvajoya hiqûqî bikin. Beriya wê jî me bi Serdozgeriya Komara Amedê re hevdîtinek pêk anî. Hemû pirsgirêkên ku ji me re hatine gotin me ji wan re got. Em ê di rojên pêşiya xwe de bibînin ku di pêvajoyê de başbûnê çêbûye yan ne. Ger başbûn çênebe em ê giliyê sûc ya pêwîst bikin.”