Ji bo ajalan ‘madeya otenaziyê’ di komîsyonê re derbas bû

Madeya 5’an ya pêşnûmeya qetilkirina ajalan jî di komîsyonê re derbas bû. Hat diyarkirin ku di madeya 5’an de bi lîstikên peyvan qada otenaziyê ya ajalan hat berfireh kirin.

Navenda Nûçeyan - Hevdîtinên Komîsyona Çandinî, Daristan û Karêgundan a Meclîsê ya li ser pêşnûmeya guhertina Qanûna Parastina Heywanan berdewam dike. Xala 5’an a der barê guhertinê de di saetên şevê de, komîsyonê re derbas bû.

Muzakereyên di tevahiya rojê de li ser hemû madeyan berdewam kirin, ku di serî de xala 5’an ya ku qetilkirina kûçikên kolanan bi dermanan, sererast dike. AKP’ê pêşnûmeya guhertinê amede kir û tê de bendên vê qanûnê dê bên pêkanîn, li şûna gotina ‘otenazî’ ya di xala 5’an de, îşaret bi xalên madeya têkildar a Qanûna Beytariyê kir.

Madeya 5’an

Di xala 5’an a pêşnûmeya ku di komîsyonê de hat nîqaşkirin ev tişt cih girtin:

“Ajalên ku dikevin malên lênêrînê yên ku êrişkar in, nexweşiyên wan ên vegirtî an nayên dermankirin, an jî xwedîkirina wan qedexe ne, ji hêla rêveberên herêmî ve têne otenazî kirin. Nifûsa ajalên bêxwedî; Ajalên bêxwedî ger ji bo ewlekariya giştî bibe xetere yan jî bibe sedema nexweşiyên ku ji ajalan derbasî ajalan, yan jî ji ajalan derbasî mirovan dibin, an jî zererê bidin çavkaniyên avê, jîngeha kovî û cihêrengiya bîyolojîk, dibe ku ji hêla rêveberiya herêmî ya têkildar ve werin otenazî kirin.”

Di pêşnûmeya guherandinê ya AKP’ê de ku têkildarî Qanûna Beytariyê ev gotin hatin bikaranîn:

“Di nav kûçikên ku dibin malên lênêrînê de, yên ku ji bo jiyan û tenduristiya mirov û ajalan xeternak in, tevgerên wan ên neyînî nayên kontrol kirin, nexweşiyek wan a vegirtinê heye an nayê dermankirin, an jî xwedîkirina wan qedexeye, Qanûna Xizmetên Beytarî, Tenduristiya Nebatan, Xwarin û Êm ya bi hejmara 5996 a di 11.06.2010’an de tedbîra ku di xala sêyemîn a xala 9’an de hatiye diyarkirin, were sepandin.”

Qanûna Beytariyê çi dibêje?

Xala eleqedar a Qanûna Beytariyê ya ku di pêşnûmeya guherînê de tê gotin wiha ye:

“Otenaziya ajalan qedexe ye. Lebelê,

a) Di rewşên nexweşiyên ku dibin sedema êş û azaran ji bo ajalan an jî ji dermankirina wê rewşê nebe,

b) Ji bo pêşîlêgirtin an ji holê rakirina nexweşiyek zirav a ajalan an jî di rewşên ku ji bo tenduristiya mirovan xeternak in,

c) Di rewşên ku tevgerên wan ji bo jiyan û tenduristiya mirov û ajalan metirsî çêdike û tevgerên wan ên neyînî neyê kontrol kirin, beytar dikare biryara otenaziyê bide. Otenazî ji hêla beytar an jî di bin çavdêriya beytar de tê kirin.”

‘Çarçoveya otenaziyê hat berfirehkirin’

Parêzvanên mafan û nûnerên rêxistinên girseyî diyar kirin ku bi guhertina “wisa tê dîtin ku têgeha otenaziyê hatiye rakirin" û di qanûna heyî de qada otenaziyê hatiye berfirehkirin û xeterî dewam dike. Her wiha hat destnîşankirin ku di pêşnûmeyê de guhertineke erênî çênebûye, ku tenê lîstikên peyvan tên kirin.