Ji bo 8'ê Adarê daxuyaniya Meclisa Zagonsaz a Jinan
Jinên Meclisa Encûmana Zagonsaz a herêma Efrînê li Şehbayê Roja Jinên Cîhanê bi daxuyaniyekê pîroz kirin.
Heleb - Çalakiyên 8'ê Adarê yên Rêxistina Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Têkoşîna me temîneta şoreşa jinan e" di 23'ê Sibatê de hatibû eşkerekirin îro jî bi daxuyanî û şahiyan berdewam dike. Jin ji 1'ê Adarê ve bênavber çalakiyên xwe yên mîna konê tiştên kevnar, meş, daxuyanî, şahî, mîhrîcan, pêşengeh û pêşbirkan bi rengekê çalak berdewam dikin. Rojek ji 8'ê Adarê re maye û ji bo wê yekê li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kelecana jinan di lûtkeya herî jor de ye.
Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, bi pêşengiya Jinên Meclisa Encûmana Zagonsaz a herêma Efrînê li wargeha Berxwedanê ya Şehbayê - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê pîroz kirin. Endam û Rêveberên meclisê beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Endama Meclisa Encûmana Zagonsaz Bêrîvan Kiloşo ve hat xwendin.
Li dijî netewperestiyê sekna dîrokî ya jinan
Bêrîvan di destpêka daxuyaniyê de 8'ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û wiha dirêjî da daxuyaniyê: "8'ê Adarê wekî roja berxwedan û tekoşînê tê nasîn ku tê de dengê jinan li hemû deverên cîhanê li hember neheqî, desthiledarî, çewisandin, newekhevî, dagirkerî û tunekirinê bilind dibe. Tekoşîna jinên kedkar ji çirûska yekemîn a di sala 1857'an de dest pê kiriye û heya roja îro lêgerîna azadî, edalet, rastî û vîna ku jê hatiye dizîn ji milî zîhniyeta desthilatdar a hezar salan, berdewam dike. Di demeke ku gelên Rojhilata Navîn ji bo ku azadiya xwe bi dest bixin û rûmeta xwe vegerînin li dijî rejîmên dîktator û netewperest sekneke dîrokî dimeşînin û tekoşîna xwe berdewam dikin."
Hedefgirtina jinan rastiya hêzên terorist diyar dike
Bêrîvan bal kişand ser destdirêjiyên ku li ser pergala jinan tê kirin û wiha pê de çû: "Hedefgirtina jinên pêşeng li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastiya destdirêjiya hêzên terorîst û tawanên li dijî mirovahiyê diyar dike. Di asta yekemîn de vîn û hebûna jinan dike armanc. Jinên pêşeng ên ku projeya neteweya demokratîk di bingeha jiyana xwe de esas girtin herî zêde rastî van êrîşan tên. Elbet têkoşîna jinan jî li dijî hemû tarîtiyên ku li ser jinan xwe ferz dike didome. Em weke rêxistina jinan li herêma Efrînê bi çalakiyên cur ber cur 8'ê Adarê pêşwazî dikin. Em ê têkoşîna jinên kedkar bidomînin, ev têkoşîna me jî ji encama berxwedaniya jinên serhildêr e. Em dixwazin berpirsiyarên van tawan û êrîşên li dijî jinan tên kirin bên dadgehkirin."
Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.