Ji bo 687 HDP’iyan qedexeya siyasî ya 5 salan
Di çarçoveya doza girtina HDP’ê de siyasetmendarên ku çend sal in girtîne jî di nav de ji bo 687 kesan 5 sal cezayê qedexeya siyasî hat xwestin.
Enqere - Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn der barê girtina HDP’ê de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû. Detayên der barê îdianameyê de îro di çapemeniyê de hatin belavkirin. Di îdianameyê de Hevserokên Giştî yên niha û yên berê jî di nav de der barê 687 kesan de hat xwestin ku ji bo 5 salan qedexeya siyasî were dayîn. Navê ji van hin siyasetmedarên ku qedexeya siyasî ji wan re hat xwestin ev in: Pervîn Buldan û Mîthat Sîncar, Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, Meral Daniş Beştaş, Sezaî Temellî, Ahmet Turk, Leyla Zana, Ayhan Bîlgen, Selma Irmak, Sebahat Tuncel, Nursel Aydogan, Ertugrul Kurkçu û Sirri Sureyya Onder.
Di îdianameyê de hat xwestin ku alîkariya xezîneya ji bo HDP’ê tê razandin bi temamî were qutkirin û hat destnîşankirin ku ji bo parçenabûyîna Tirkiyeyê, aramiya civakê û ewlehiyê, divê HDP were girtin û wiha hat gotin: “Partiya ku doz lê hatiye vekirin, di tu meseleyek milî de li cem Tirkiyeyê cih negirtiye, di refa yên dijber de tercîh kiriye.”