Ji bo 2 rojnamegerên girtî yên Îranê xelat
Xelata di Rojnamegeriyê de Wijdan û Rastî ku ji aliyê Weqfa Rojnamegeriya Nieman ve tê dayîn, îsal da rojnemgerên li Îranê girtî Nilûfer Hamidî û Elaha Mihemedî.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/03/20230330-20230330-20230330-20230330-hamdy-w-alh-mhmdy-brnd-jayzay-az-harward2023-3-30-jpg450e32-image-jpg1a6474-image-jpg6937db-image-jpgbb8ec3-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Weqfa Rojnamegeriya Nieman ya zanîngeha Harvard ku her sal Louis M. Lyons Xelata di rojnamegeriyê de wijdan û rastî, îsal da rojnamegerên li Îranê girtî Nilûfer Hamidî û Elaha Mihemedî.
Weqfa rojnemegeriyê ya Nieman di merasîma xelatdayînê de ku dûh li darxistin, diyarkirin ku xelat dane rojnamegerên li Îranê girtî Nilûfer Hamidî û Elaha Mihemedî. Her wiha destnîşan kirin ku dema ji girtîgehê derketin ji bo ku xelata xwe bigrin ew daxwazî ABD’ê kirine.
Rojnamegerên girtî Nilûfer Hamidî û Elaha Mihemedî bi cesaret nuçeyên rast gihandine gel, ji ber wê berê jî aliyê weqfa rojnamegerê Kanada xelata Rojnamegeriya Navnetewî girtibûn.