Ji bo 16 rojnamegerên girtî bang: Em li ber edliyeyê li hev bicivin
MKGP û DFG’ê ji bo balê bikşînin ser rewşa 16 rojnamegerên girtî banga tevlîbûnê li daxuyaniya roja Pêncşemê li ber Edliyeya Amedê kir.
Amed- Di 8'ê hezîrana 2022'yan di çarçoveya operasyona Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 16 rojnamegerên ku hatibûn binçavkirin, di 16'ê Hezîranê de hatin girtin û ev 9 meh in îdianameya wan nehatiye amadekirin.
Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) û Cemiyeta Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) diyar kirin ku binçavkirin veguheriye cezakirinê, wê roja Pêncşemê saet di 12.00 de li ber Edliyeya Amedê daxuyaniyeke çapemeniyê bidin. Di daxuyaniya MKGP û DFG’ê ya li ser Twitterê de wiha hat gotin: “16 hevalên me yên rojnameger 9 meh in; bê îdianame, bê hincet, bê sûc girtî ne. Em careke din li hev kom dibin û dibêjin rojnamegeran berdin.”
MKGP û DFG’ê dan xuyakirin ku ji bo hevgirtinê ew li ber edliyeyê li benda her kesî ne.