Ji bo 10 jinên Behayî cezayê girtîgehê hat birîn

Dadgeha Şoreşê ya Îsfehanê 10 sal cezayê girtîgehê û cezayên pare li 10 jinên ji baweriya Behayî birî.

Navenda Nûçeyan – Di salên derbasbûyî de rayedarên Îranê welatiyên Behayî ku li İranê piştî Îslamê duyemîn bawerî ye, ji ber baweriya wan, bi siyasetên şaş ên dewletê re rû bi rû diminin. Mafên welatiyên ku bi baweriya Behayî bawer dikin ku li gorî baweriya xwe bi azad bijîn, bi destê devleta İranê hatiyê sînordar kirin. Desthilata Îranê giringiyê nade baweriya Behayî her wiha kesên Behayî weke sîxûr yan jî dijmin binav dikin û gelek caran cezayê darvekirin û girtinê li wan tê birîn.

Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê desthilatdarên Îranê 10 sal cezayê girtîgehê li 10 jinên Behayî biriye. Li gorî nûçeyên medya Rojhilatê Kurdistanê, şaxa yekem ya Dadgeha Şoreş ya Îranê, 10 sal cezayê girtîgehê û 100 milyon tumen pere li 10 jinên Behayî Nêgîn Xadêmî, Yêganê Agahî, Yêganê Ruhbexş, Nêda Bedexş, Mojgan Şah Rêzaei, Şana Şoqîfer, Arêzoo Sobhanian, Peresto Hekîm, Beharê Lotfî, Nêda Emadî, biriye.

Hêjayî gotinê ye di 23’yê Cotmeha 2022’yan de her 10 jinên Behayî li bajarê Esfehan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve, bi hêceta ‘teşwîqkirina baweriya Behayî’ hatibûn binçavkirin.