Ji bo 1’emîn Kongreya NADA peyamên tevger û rêxistinên jinan

Di berdewamiya kongreya yekemîn a Koalîsyona NADA peyamên rêxistin û tevgerên jinan hate xwendin.

Silêmanî – Di yekemîn Kongreya Koalasyona Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê NADA de bi diruşmeya "Bi Şoreşa Jinê Ber Bi civaka Demokratîk ve" ya ku li bajarê Silêmaniyê ya herêma Kurdistanê bi beşdariya nêzî 250 jin ji 18 welatên Rojhilata Navîn hatiye li darxistin de, peyamên tevger û rêxisitnên jinan hatin xwendin.

Di peyamên ku ji aliyê KJK, PJAK, TAJÊ û jinên Efganîstanê ve hatibûn şandin bal hate kişandin ser astengiyên li pêş jinan, hewldanên ji bo rakirina astengiyan. Her wiha hate diyarkirin ku ji bo wekhevî û bidestxistina mafên jin, pêwîstî bi xurtkirina têkoşînê heye.

Peyama TAJÊ

“Li ser navê TAJÊ we hemûyan silav dikin û vê kongreya bi nirx li hemû jinên Rojhilata Navîn û cîhanê pîroz dikin. Pênc hezar salin jenosîd li ser jin û zarokan tê pêkanîn. Di sala 2014’an de em wek jinên Êzidî rûbirûyê komkujiyekê hatin. Hemû cîhanê jî şahidiyê ji vê komkujiyê re kir. Bi hezaran jin û zarok hê jî dest DAIŞ’ê de ne. Wek jin me têkoşîn kir û xwe bi hêza xwe rêxistin kir.

Wek birêz Abdullah Ocalan dibêje "Civaka azad bi jina azad tê avakirin" Wek jinên ji erdnîgariyên cûda me karî bihevre bijîn. Bi têkoşîna jinan emê civakek demokratîk avabikin. Bi dirûşma jin jiyan azadî pîrozbahiyê li we tevan dikîn.”

Peyama KJK’ê

“Em hemû jinên ku beşdarî vê Kongreyê bûn e silav dikin. Em hêvî dikin ku ev kongra serkeftî be. Li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê, jin bi gelek pirsgirêkan re rûbirû dimînin. Serî de li Xezayê, Filistîn, Iraq, Şengal, Kurdistan, Lîbya, Tirkiyeyê û di dawiyê de li Sûriyeyê, piraniya kesên ku hatine qetilkirin jin û zarok bûn.

Dixwazin axên me bê nefes bihêlin. Dagirker dixwazin van polîtîkayan li ser jinan bicîh bînin. Ev hemû bûyer bi sîstema baviksalar ve girêdayî ne. Ziman û çanda me tê binpêkirin. Ev yek bi destên mêran tê kirin. Em li vir in û bi hemû rengên xwe têdikoşin. Me gelek êş û êşkence dît û li dijî vê yekê dayikên me, çanda me, bi felsefeya civaka exlaqî û siyasî jiyaneke nû diafirînin.

Îro ne roja girî û nûkirina êşa xwe ye, roja hesabpirsînê ye. Em ê tola hevalên xwe hilînin. Şoreşa jinan li Rojhilata Navîn ji bo hemû cîhanê mînake. Bi felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' ev jiyan dê bibe jiyaneke bi rûmet û demokratîk. Ev felsefe rêbaza sereke ya ku divê were şopandine. Bi Şerê Cîhanê yê Sêyemîn re, têkoşîna jinan jî mezin bû. Her çend cîhan ji aliyê sîstemeke baviksalar ve tê birêvebirin jî, em bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li dijî vê yekê derdikevin.”

Peyama ji Efganistanê

“Em li Efganistanê rêxistinek jinan a serbixwe ne. Em li Elmanyayê çalakî dikin. Ji dema ku Talîbanê desthilatdariya Efganistanê girt destê xwe, em hewl didin berxwedana gelên Efganistanê ji cîhanê re ragihînin. Em ji bo gelên Efganistanê û rûmeta gelan xebat dikin.

Dirûşmeyek me heye: Ne NATO û ne jî Talîban; Ji Efganistanê derkeve!

Wek endamên kampa penaberên Efganî, şer, şert û mercên ne aram me neçar kir ku em birevin. Piştî ku Talîbanê desthilatdarî girt destê xwe, peywendiya me li gel vê rêxistinê (Koalasyona NADA) çêbû. Bi rêya çalakiyan me hevdu nas kir û em dikarin wek yek deng bibin dengê gelan.

Niha em maskeyan li xwe dikin ji ber ku em naxwazin rûyê xwe nîşan bidin. Em difikirin ku ne hewce ye ku tenê pêşengek me hebe. Em bawer dikin ku ev dengê yekgirtî dikare birînan, berxwedana jinan û berxwedana gelên Efganistanê temsîl bike. Îro jinên Efganî bi berxwedana xwe ji bo tevahiya cîhanê bûne mînak.

Jin nikarin bixwînin, bi otobusê siwar bibin, biçin werzîşê. Hemû çalakiyên çandî, Newroz û Şeva Yelda hatin qedexekirin. Grûbên etnîkî û olî bi êrişan re rûbirû ne. Li gel van hemû şert û mercan jî, jin û mêr li ber xwe didin. Ew bi awayekî veşartî rêxistinbûna xwe didomînin.”

'Kongra wê bibe derfet ji bo rola jinan'

Endama Ofîsa siyasî ya YNK'ê Şenaz Ibrahîm Ehmed jî di kongreyê de ji rojnamevanan re axivî û wiha got: "Em bi salane li benda vê kongreyê ne. Piştî gelek hewildan û xebata dijwar pêk hat. Her wiha pesindayîne ji bo jinên organîzator ên vê kongreyê. Em jin berê her tişt me ji mêran re dihiştin, lê pirsgirêk kûrtir û xirabtir bûne. Niha ev kongre ji bo jinan derfeteke ku rola xwe bilîzin.”