Ji bihara Amedê çend wêne

Demsala Biharê çav, dil û ruhê mirov geş dike… Xwezaya ku bi ahengek bêhempa di vê demsalê de kêlî bi kêlî xwe nû dike; digihîje giyanê mirov, bi aram dike hestên mirov jixweber xwe didin der. Bihar; bi reng û bêhna xwe, hemû sînorên vegotinê derbas dike.

REHWA ROJ

Navnedan Nûçeyan – Gelo ev çerxa bêhempa çawa wiha kêlî bi kêlî axê vedijîne, bi gul û kulîlkan dixemilîne?  Bihara Amedê bi hebûna bircên ku hestên ‘serhildêriyê’ diafirînin re dîmenên bêhempa pêşkêş dike û ji bihevrebûna biharê û bircan ev riste xwe didin der:

Dîroka bi hezaran salan

veşartiye di nava bircên te de...

Ey bajarê ku li her kolaneke wê gencîneyek heye!

Di vê meha Nîsanê de

Kêlî bi kêlî her der xwe bi rengê Biharê dixemilîne!

Li ser zinarê Fîsê li pêşberî Dîcleyê...

Ey bajarê xwedî bi hezaran razên veşarî!

Te xwe li bîra çend karwanên ji dîrokê derbas bûne veşartiye?

Darên tûyan û Bircên Amedê

Hûn çi li hev tên!

Bejn û bala we siya xwe davêje ser bircan

Çivîk ji xweşikbûna we evîndar dibin...

Bi deng û baskên xwe asîman dixemlînin…

Ey bajarê ku dîrokê zindî dihêle

Bila vê Biharê aştî xwe bera ser bircên te bide

Dîcle bi azadî biherike.