Ji berxwedêrên Mîgrosê Gulhan Albayrak hat qetilkirin

Gulhan Albayrak a beşdarî Berxwedana depoya Mîgros a Şekerpinarê bû û yek ji pêşengên berxwedanê bû, ji aliyê kesekî navê wî nediyar ve bi çekê hat qetilkirin. DGD-SEN'ê got: "Soza me ji Gulhanê re ewe ku em ê hesabê wê bi jinan re bipirsin."

Navenda Nûçeyan- Di tundiya mêran de ku di rojên dawî de li Tirkiyeyê gelek caran tê kirin, qetilkirina jinan berdewam dike. Di sala 2021'an de Gulhan Albayrak a ku di nava DGD-SEN'ê de xwe birêxistin kir û li dijî şert û mercên nebaş ên kar û ji kar derxistinê ji bo şert û mercên xebatê yên mirovane têkoşiya, li navçeya Çayirova ya Kocaeliyê li depoya Migrosê hat qetilkirin.

Gulhan Albayrak a ku li navçeya Darica ji bo biçe karê xwe ji malê derket, ji aliyê kesekî navê wî nediyar ve ji wesayîta ku plaqeya wê nehat bidestxistin daket bi çekê rastî gulebaranê hat. Gumanbar 3 gule berdan Gulhan Albayrak û piştre reviya. Li ser agahiya kesên ku dengê çekê bihîstin ekîbên polês û tenduristiyê hatin herêmê. Ekîbên tenduristiyê Gulhan Albayrak ê ku diyar bû bi guleya ji serê xwe birîndar bû bi ambûlansê birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Darica Farabî. Tevî mudaxeleya doktoran jî Gulhan Albayrak jiyana xwe ji dest da.

'Em ê ji jinan hesab bipirsin'

DGD-SEN'ê têkildarî qetilkirina Albayrak ev agahî da: "Em bi xemgîniyeke mezin hîn bûn ku Gulhan Albayrak a ku 120 rojan li ber depoya Migros a Şekerpinarê bi hev re li dijî zilm û zordariyê şer kir, bi awayekî hovane hatiye qetilkirin. Soza me ya ji Gulhanê re ewe ku em ê hesabê wê bi jinan re bipirsin. Serê me sax be"

'Jinên hatine qetilkirin serhildana me ne'

Jin bi hev re bi hêz in, di daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman: “Me hîn kir ku Gulhan Albayrak a ku em bi têkoşîna wê ya bi mehan a li ber depoya Migros Şekerpinar a li dijî zext û zordariyê nas dikin, danê sibehê bi tundiya mêran hatiye qetilkirin. Şîdeta mêr li kêleka me ye; Jinên hatin qetilkirin serhildana me ne!”

Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin jî got: “Gulhan Albayrak a di berxwedana karkerên depoya Migros Gebze de bi rojan li ber xwe da, bi çekê hat qetilkirin. Em ji xizmên wê re sersaxiyê dixwazin. Divê sûcdarê ku Gulhan qetilkir demildest bê eşkerekirin û edalet bê dîtin. Jin wê nesekinin, wê li her derê li dijî newekheviyê têbikoşin."