Ji ber zêdebûna çopê li Idlibê jin û zarok nexweş dikevin

Zêdebûna çopê li Idliba di bin dagirkeriyê de metirsiyên belavbûna nexweşiyan bi xwe re tîne. Jin li Idlibê ji xizmetên herî biçûk bêpar in. Li kampên li Idlibê komên çopê çêbûne li ev yek bi xwe re xeterên nexweşiyê tîne.

HEDÎL EL-OMER

Idlib – Çopa li 716 kampên li Idlibê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û Heyet Tehrîr El Şam de ye kom bûye, bi xwe re metirsiyên li ser jîngehê pirsgirêkên tenduristiyê tîne. Bi taybetî piştî projeyên rakirina çopê yên bêpere ji aliyê gelek rêxistinên civaka sivîl ve ku piştgiriya neteweyî ji wan re dihat hatin hatin rawestandin, çop ketin ser hev.

Ji ber çop nayê rakirin dişewitînin

Koçberên jin ji bo ku metirsiyên zêdebûna çopê kêm bikin, neçar dimînin bişewitînin lê belê nizanin dibe ku dûmana çopê bi xwe re nexweşiyên sing û nefesê tîne.

Koçbera bi navê Meryem El-Necme ya 41 salî ku li kampên Kelelî yên li bakurê Idlibê dimîne got: "Projeyên rakirina çopê ji beriya çend mehan ve rawestiyane û çop metirsiyeke zêde çêdike. Bi taybetî bi pileyên germahiya bilind re ev xeter zêdetir dibe."

Her wiha got ku tevî pileyên germahiyê bilind in jî ew deriyê konê xwe yan jî pencereyan venake ji bo ku bêhna nexweş nekeve kona wê.

‘Kesek halê me nabîne’

Ji aliyê din ve Fatme El-Esmer li kampa Sermeda ya li Bakurê Idlibê dimîne gazinan dike û dibêje: "Du lawên min ji ber belavbûna çopê li kampê gurî bûn. Mîkrob gelekî zêde bûne û kêzik jî derdikevin. Rewş êdî nema tê tehemulkirin. Kesek guh li giliyên me jî nake. Pirsgirêk mezintir dibe. Em jin kom dibin û çopê davêjin cihekî din ji bo em nexweş nekevin. Tevî me çop bir kêleka kampê jî feyde nekir. Koçberî xizanî û derfetên kêm nebes bûn, bi ser de jî pirsgirêka çopê derket û barê me girantir kir."

Fatma El-Esmer di berdewamiya axaftina xwe de got: "Derfetên me tune ne em çopê rakin. Em nikarin heqê nanê xwe bidin. Îcar di ser de jî ev pirsgirêk. Ger ev pirsgirêk berdewam bike dê zarokên me nexweş bikevin."

Li kampan jin zarok û kesên temenê wan mezin bi nexweşiyan dikevin

Der barê metirsiyên li ser tenduristiyê yên ji ber zêdebûna çopê di nava cihên niştecihbûnê û kampan de bijîşka çerm Hela Osman dibêje: "Çop dibin zemîn ku mikrob zêde bibin û ji ber vê yekê gelek nexweşî derdikevin. Nexweşî di nava şêniyên li kampan de zêde bûne bi taybetî di nava zarok jin û kesên temenê wan mezin de. Yek ji nexweşiyên herî zêde belav jî laşmanya gurîbûn û hesasiyet e. Her wiha nexweşiyên îltihaba mîde û roviyan jehrîbûn, îltihaba kezebê nexweşiyên singê û zehmetiya nefeskişandinê ji ber bêhna genî gelekî belav bûne."

Hela Osman bal kişand ser metirsiyên li ser jîngehê yên ku ji ber bêhna nexweş û helandina çopê, gazên jehrî derdikevin û kêzik û lawirên din belav dibin.

Di dawiya axaftina xwe de bijîşk Hela Osman got: "Divê her kes dûrî cihên çopê bikeve û madeyên li dijî kêzikan bireşînin. Ger nîşaneyên nexweşiyê derkevin jî pêwîst e berê xwe bidin bijîşkan ji bo werin dermankirin."

Ji sedî 41 kesên li kampên Idlibê ji xizmetên sereke bêpar in

Li gorî buroya koordînasyona karûbarên mirovî ya Neteweyên Yekbûyî NY ji sedî 41 kesên li kampan nagihîjin pêdiviyên sereke. Her wiha li gorî pêşbîniyên buroyê dê ji bo 111 kampên din jî di dawiya meha Îlonê de xizmet neyê kirin, ji ber wê piştgiriya madî pêwîst e.