Ji ber tunebûna piştgiriyê lêkolînerên jin ji Tûnisê koçber dibin
Di nava dewletên Ereban de Tûnis di hejmara hebûna lêkolîneran de duyemîn e. Hejmara lêkolînerên jin ên ku li ser projeyên lêkolînan kar dikin ji sedî 55 e û di rewşeke zehmet de dijîn.
ZIHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis – Li gorî Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî, rêjeya lêkolînerên jin ên li ser projeyên lêkolînan, li hemû herêmên li Tûnisê kar dikin ji sedî 55 e. Her wiha li hemberî xwendekarên mêr, hejmara xwendekarên jin ên zanîngehê dixwînin, zêdetir e. Tevî van hemûyan jî piştî ku jin xwendina xwe bi dawî dikin rewşa wan ber bi xirabiyê ve diçe û neçar dimînin koç bikin. Hebûna jinan di nav xwendin û lêkolînên zanistî de bi pêş ketiye ji ber ku jin ji sedî 50 kadroyên xwendinê temsîl dikin lê belê di zanîngehan de cihekî bilind ji wan re tune ye.
Lêkolînera Tûnisî ya bijîjk Rebab El-Tewatî der barê rewşa lêkolînerên jin de fikara xwe anî ziman û rewşa wan bi gotina ‘zehmet’ bi nav kir. Dr. Rebab El-Tewatî got ku weke lêkolîner û xwendekara zanîngehê derfet jê re çêbûbû ku tenê weke endezyar kar bike lê belê wê biryar daye xwendina bilind berdewam bike ji bo bibe bijîjk û li zanîngehê waneyan bide. Di heman demê de hêrsa xwe der barê rewşa heyî de anî ziman ji ber ku rê li ber koçberbûna ji neçarî vekiriye.
‘Ji bo beşdarî konferansan bibim ji gelek welatan min vedixwînin’
Dr. Rebab El-Tewatî teqez kir ku karê lêkolînê ne tenê di asta xwecihî de ye lê belê karekî cîhanî ye û got: "Ez lêkolîner im li hemû cîhanê têm nasîn û ji bo beşdarbûna konferansên navdewletî min vedixwînin, bi germahî pêşwazî dikin. Weke lêkolîner bawernameya me cîhanî ye û qedrê lêkolîneran girîng e ji ber wê divê li welatê xwe me xwedî nirx bin."
Der barê astengiyên li pêşiya lêkolînerên jin ên Tûnisî de jî Rebab El-Tewatî teqez kir ku pirsgirêk gelek in, di nav de jî kêmbûna piştgiriya aborî heye û got: “Ji ber ku li gorî hikûmetê cihê jinan li malê ye û vê rewş nîşaneya ‘mêjiyê zilamperest’ e.”
‘Welatên din ji berhemên lêkolînerên Tûnisî sûdê digrin’
Dr. Rebab El-Tewatî axaftina xwe wiha domand: "Li welatekî ku jin tê de ji bo wekheviyê têdikoşin, mafên lêkolîneran heye ku derfetên kar ji wan re peyda bibin û hikûmet piştgiriya madî ji wan re pêşkêş bike. Ji bo ku di warê dixwazin de lêkolîn bikin." Rebab El-Tewatî got ku dewletên din ji berhemên lêkolînerên Tûnisî sûdê digrin.
Rebab El-Tewatî destnîşan kir ku zagonên ku hikûmet dibêje ji bo wekheviyê ye, têr nake û got: “Em pratîka wê dixwazin, ew jî bi riya tevlikirina lêkolînerên jin û xebateke wekhev bi mêran re pêkan e. Karînên me hene divê em cihê xwe weke rêveberî di zanîngehan de bigrin."
‘Hejmara lêkolînerên jin ji ya mêran zêdetir e’
Dr. Rebab El-Tewatî got ku lêkolînerên jin bi xwe ji bo rêveberiyan xwe pêşniyar nakin ji ber dizanin di navgînek xwedî hişmeniya zayendparêz de ew ê çiqas berdêlan bidin loma tercîh dikin di laboratîfan de weke lêkolîner bimînin. Rebab El-Tewatî wiha domand: "Tevî ku hejmara wan ji lêkolînerên mêr pirtir e jî rêjeya lêkolînerên jin di rêveberiyan de gelekî lawaz e, wekhevî di navbera wan de di aliyê rêveberiyan de tune ye, li Tûnisê yekane rêvebereke jin heye û bûye wezîr."
‘Divê lêkolîner netirsin di nava hemû karan de cihê xwe bigrin’
Rebab El-Tewatî bang li hemû lêkolîneran kir ku bendên tirsê bişkînin, di nav hemû karan de cihê xwe bigrin, nêrîna xwe der barê wê de bidin û li ser hemû pirsgirêkan bi wan re biaxivin heta ku hikûmet dengê wan bibihîse. Rebab El-Tewatî teqez kir ku dengê jinan dikare guhertin û bandorê çêbike.
Dr. Rebab El-Tewatî behsa astengiyên li pêşiya lêkolîneran derdikevin kir û got: "Zagoneke şoreşgerî ji sala 2017’an ve ji bo parastina lêkolînerên jin derket" û bang li wan kir ku ji nerîna civakê netirsin û gilî bikin.” Rebab El-Tewatî destnîşan kir ku venekirina deriyê kar li pêşiya lêkolînerên jin rewşa wan giran dike û betaliyê zêde dike û got: "Armanca rexneyê ne tenê eşkerekirina rastiyê ye lê belê sererastkirin e."
‘Ji bo lêkolînerên berasteng divê şert neyên danîn’
Der barê rewşa lêkolînerên in ên xwedî pêdiviyên taybet de jî Dr. Rebab El-Tewatî teqez kir ku divê Hikûmet rewşa wan û zehmetiyên ku dîtine di ber çavan derbas bike û got: "Divê bêyî ku şert û merc werin danîn kar ji wan re bê peydakirin, bidestxistina bawernameya bilind ne karekî hêsan e ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet. Gelekî zehmet bû ji ber wê divê rêz ji bo kesên di vî rewşî de ne were girtin."