‘Ji ber tirsa demxe xwarinê jinên Tûnisî dernakevin ragihandinê’

Rojnamevanên Tûnisî teqez kirin ew di mijarê şopandina jinan de zehmetî dikşînin ji ber qalibên hişk ên kevneşop dihêle ku jin xwe ji ragihandinê dûr bixin, gelek bi tirs nêz bibin û der barê rewşa xwe de ne axivin.

IXLAS HEMRONÎ

Tûnis – Rewşa zehmet û desthilatdariya mêr a li ser fikrê jinan hişt dibe sedem ku jin xwe di gelek aliyan de sînordar bike. Yek ji wan qadên ku jin xwe jê dûr dixin û neaxivin, qada ragihandinê ye. Gelek rojnamevan nikarin dozên jinan bikin mijara nîqaşê ji ber gelek jinên di nav civakê xwe ji ragihandinê dûr dixin pirsgirêkên heyî dernaxînin holê.

Li herêmên hundirîn ên Tûnisê jî heman tişt mijara gotinê ye. Jin ji ber hişmendiya mêr rû bi rû yê serdestiyê tê û zehmetiyên heyî, tundiya di nav malê nayê bihîstin.

‘Gelek zehmetiyan di peydakirina mijarên jiyana jinan de dibînim’

Rojnamevan Menal Baltayii ya Tûnisî ku li parêzgeha El Qesreyn a Tûnisê xebat dide meşandin der barê vê mijarê de ji ajansa me re axivî û got: “Ez gelek zehmetiyan di peydakirina mijarên jiyana jinan de dibînim. Dema dixwazim mijarên tundiyê yan tiştekî mîna wê bigrim dest agahiyên rast bi min re peyda nabin. Dema em dixwazin mijarekê bigrin dest ez belgeyên pêwîst nabînin bi taybet di mijarên tundiya li dijî jinan yan hûrgiliyên der barê dozekê de. Agahiyên ku tên girtin rast in lê kêm in."

‘Ji ber desthilatdariya mêr jin nikarin behsa pirsgirêkên xwe bikin’

Menal Baltayii di berdewamiya axaftina xwe de behsa pirsgirêkên din jî kir û wiha pê de çû: “Car caran em dixwazin balê bikşînin ser dozekê girêdayî jinan, yan jî karê wê yan jî parastina mafê wê û beşdariya wê di jiyana siyasî de. Lê belê ew nikarin li pêşberî ragihandinê derkevin û nerîn, helwest û gihandina dengê xwe parve nakin tevî gelek caran jin dizanin ku ev doz girîng e û divê çareserî werin danîn. Jinên li başûr yan jî lî nîva Tûnisê di civakeke mêrsalar de dijîn. Desthilatdar in nahêlin jin li pêşberî ragihandinan derkevin. Ji ber wê jin nikarin behsa pirsgirêkên xwe bikin. Jin van sedeman li ber çavan derbas dikin û naxwazin derkevin pêşberî ragihandinê. Em weke rojnamevanên jin dizanin li gundan û herêmên başûr çawa tê jiyankirin. Em vê rewşê dizanin û zextê li wan nakin ku derkevin pêşberî kamerayê tenê gihandina dengê wan ji me re bes e."

‘Jin ji berteka mêran ditirsin’

Menal Baltayii wiha gotinê xwe bi dawî kir: “Jin ji berteka mêran ditirsin û dema biaxivin careke din li hember tundiyê rûbirû dimînin. Di civaka gund de gelek tundî lê heye û gelek mînakên jinên li hember tundiyê mane hene. Ev yek dihêle diyardeya tundiyê gelekî zêde bibe bi taybet li gundan û bajarên hundirîn her wiha li gundên navîn û başûrê Tûnisê heman mijar e.”

‘Ez gelek astengiyan di mijarê jinan de dibînim’

Nûçegihana radyoya "Mozayîk" Henaa Karos ya li başûrê Tûnisê jî ji bo heman mijarê nêrînê xwe anî ser ziman û got: "Dema mijar girêdayî dozên jinan bin ez astengiyan di girtina nerîna wan de dibînim. Bi taybet aliyên têkildar, naxwazin reqem û belgeyan bidin her wiha daxwaza ruxsetan dikin. Dema mijar vedigere jinên tundiyê dibînin  yan jinên hevberdayî di destpêkê de çîroka xwe ji min re dibêje û paşê hûrgiliyên girîng vedibêje. Dema ez daxwaza tomarkirina dengê wê dikim ji bo belav bikim daxwaza min tê redkirin û ji min re dibêjin tenê binîvîse û navê me jî nebêje. Nasnameya xwe vedişêre. Car caran li ser tomarkirina vîdeoyê erê dikin lê bi şertê guhertina dengê wan û nederxistina rûyê wan."

‘Mêr nahêlin jin bi azadî tev bigerin’

Ulfa Xesxûsî jî rojnamevaneke li parêzgeha Sîdî Bozîd kar dike balê dikşîne ser dozên jinan diyar dike ku jin naxwazin li pêşberî ragihandinê derkevin û behsa dozên xwe bikin ji ber ku ji berteka bav, bira û hevjînê xwe ditirsin.

Ulfa Xesxûsî der barê tecrubeya xwe de wiha got: "Min bi gelek jinan re li ser mijarên cuda axiviye. Wan hiştin ez hinek wêneyên wan bigrim û vîdeo jî lê belê paşê ew bi min re diketin nav peywendiyê û daxwaz dikirin ez wêneyên wan belav nekim û navê wan nebêjim. Her wiha di gotin te zext li me kiriye. Di nav wan jinan de jinek hebû ji aliyê lawê xwe ve tundî lê dibû. Wê jinê erê kir derkeve pêşber ragihandinê û doza xwe parve bike. Ev pirsgirêk ne tenê di jinên nexwendine de derdikevin, jinên xwedî ast jî naaxivin. Ji ber ez ji heman herêmê me ez dizanim civak çawa ye û dizanim mejiyê heyî bi çi rengî ye. Mêr serdest in û nahêlin jin bi azadî tev bigerin."